'Ez ê Kobanê ti carî neterikînim'
'Ez ê Kobanê ti carî neterikînim'
'Ez ê Kobanê ti carî neterikînim'
Li dû êrîşên dawî yên li hemberî Kobanê re, bi hezaran kes neçar man Kobanê biterikînin. Lê belê Xedîce Yûsif a ji pêkhateya Ereb, li gel hevserê xwe yê astengdar xwest li Kobanê bimîne.
Xedîce Yûsiv a berî niha bi salan zewicî û li Kobanê bi cih bû, li dû êrîşan bi hevserê xwe Mahmûd Salih ê astengdar re Kobanê neterikan û bû parçeyek ji berxwedana bi hezaran sivîlên li Kobanê.
Xedîce Yûsiv ragihand ku li gel hemû zor û zehmetiyan wan xaka xwe neterikandine û got, "Me bêriya rojên jiyana bi biratî û aştiyê ya li Kobanê kirine. Ez dixwazim, yên ji Kobanê derketine, demek berî demekê vegerin." Hevserê wê Mahmûd Salih jî got, "Eger ez astendar nebûma ez ê tevlî şer bibûma. Rojên azad ên Kobanê nêz in."
"LI GEL HEBÛNA MIRINÊ JÎ ME NEXWEST JI XAKA XWE DERKEVIN"
Xedîce Yûsiv da zanîn ku ew Erebeke ji Cerablûsê ye û berî 15 salan bi Mahmûd Salih ê Kurd re zewiciye û li Kobanê bi cih bûye. Yûsiv got, "Qet zarok ji me re çênebû û bi hevserê xwe Mahmûd Salih re dijîm. Li Kobanê bi şoreşê re jiyana me guherî. Her tişt gelekî baş bû, Kobanê ji zexta rejîmê rizgar bû. Lê belê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê destpê kirin û Kobanê neçar ma her tim li dijî êrîşan li ber xwe bide."
Yûsiv ragihand ku piştî êrîşên dawî yên DAIŞ'ê, cîranên wan jî di nav de gelek mirov neçar man Kobanê biterikînin û anî ziman ku wê bi hevserê xwe re ti carî nexwestine Kobanê biterikînin. Yûsiv da zanîn ku hevserê wê astengdar e û ji bilî Kobanê naxwaze li cihekî din penaberiyê bijî û got, "Li şûna jiyanek penaberiyê, me mirin dan ber çavê xwe û jiyana li ser xaka xwe hilbijart. Bi hevserê xwe re me nexwest Kobanê biterikînin."
"JIYANEKE MÎNA XWIŞK Û BIRATIYÊ HEBÛ"
Yûsiv anî ziman ku bi şoreşê re li Kobanê sîstema wekhevî û edaletê ava bû û got, "Minetdariyên xwe pêşkêşî Apoyiyên ev sîstem ava kirin, dikim. Ez naxwazim ji Kobanê ya ji bîranînên min ên 15 salan û xwedî sîstema wekheviyê, dûr bikevim. Apoyî li vê derê bi fedekariyên gelekî mezin û bi dayîna gelek berdêlan em parastin. Hînê jî me diparêzin."
Yûsiv da zanîn ku weke miroveke Ereb gelekî ji Kobanê hez dike û ragihand ku li Kobanê jiyaneke wan a mîna xwişk û biratiyê heye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ti carî bi cihêkarî nêzî min nebûn. Ez li vê derê li nêrîneke nebaş a Kurdan a li hemberî Ereban rast nehatim. Ez gelekî ji cîranên xwe hez dikim û bêriya wan dikim. Dixwazim ku cîranên min demek berî demekê li Kobanê vegerin û mîna rojên berê em li gel hev bijîn."
"BERSIV JI PÊWÎSTIYÊN ME RE TÊ DAYÎN, YEKANE DAXWAZA ME ÇÛYÎNA DAIŞ'Ê YE"
Xedîce Yûsiv diar kir ku li dû êrîşên çeteyan jiyana rojane ya li Kobanê gelekî zehmet bûye û got, "Li kolana em lê ne zêde mirov neman, zehmetiya vê dijîm. Her topên hawanê yên tên avêtin gefê li jiyana me dixwin. Di mijara xwarin û germkirinê de hikûmeta Kobanê bersivê dide pêwîstiyên me. Di mijara tenduristiyê de jî pirsgirêkeke me nîne. Bi ew sax bin, rayedarên hikûmetê van şert û mercan de jî bi me re eleqedar dibin, hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên me. Yekane daxwaza me, derxistina çeteyên DAIŞ'ê ji ser xaka me ye û em dixwazin li rojên xwe yên berê yên bedew vegerin."
LI KOBANÊ VEGERIN
Yûsiv da zanîn ku malbata wê ya li Cerablûs a di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de ye, di bin zextê de ye û anî ziman ku malbata wê û gelê Ereb çeteyan naxwaze, bi gelê Kurd re bira ye û çeteyên DAIŞ'ê dixwazin vê biratiyê xera bikin.
Xedîce Yûsiv xwest gelê ji Kobanê derketiye vegere û ev bang li wan kir: "Li Kobanê vegerin. Çeteyên DAIŞ'ê wê têk biçin û neçar bimînin ji Kobanê birevin. Hûn jî werin, em hemû bi hev re li dijî van çeteyan destekê bidin YPG/YPJ'ê û wan ji ser xaka xwe derxînin."
"EGER NE ASTENGDARBÛMA MIN Ê JÎ ŞER BIKIRA"
Hevserê Xedîce Yûsiv Mahmûd Salih jî da xuyakirin ku berxwedana Kobanê wê bi ser bikeve û got, "Eger ne astengdarbûma min ê jî şer bikira. Ev berxwedan berxwedaneke pîroz e. Qet nefikirîm ku xaka xwe biterikînim. Em ji YPG'ê piştrast in û em ê her tim li vir bin."