Ew mîna dayika berxwedêr a Dêrsimê kete dîrokê

Ew mîna dayika berxwedêr a Dêrsimê kete dîrokê

Şahida dîroka zindî ya Kurdistanê û Dêrsimê û dayika yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan ku rastî îşkenceya dewleta Tirk hatibû û bi temenê xwe yê 85 salî weke yek ji navên sembol ên berxwedanê bû. Bi vê berxwedanê weke dayika berxwedêr a Dêrsimê kete dîrokê û ji bo nifşên nû mîraseke nû yê berxwedanê hişt.

Li gorî tomarên fermî, Gulîzar Kaytan 1’ê Çileya 1929ê li Dêrsimê ji dayik bûye. Kaytan ji eşîreta Heyderan e û li gundê Hengirvan ê girêdayî navenda Dêrsimê ji dayik bûye. Li gel hemû zext û hewldanên dewleta Tirk ên dijwar malbata wê dest ji nasnameya xwe ya çandî berneda û her tim bi nasnameya xwe ya Elewî jiyan.

Di qirkirina Dêrsimê ya 1937-38 de bi dehan kes ji malbata Gulîzar Kaytan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kesên ji eşîreta Heyderan hatin qetilkirin. Wê demê Gulîzar Kaytan tenê 9 salî bû. Ew û malbata wî şandin xerîbiyê û li bajarê Tirkiye Kayseriyê hatin bicihkirin. Nêzî deh salan li vir jiyan û piştî salên 1940 ve careke din vegeriya Dêrsimê û li gundê xwe Hengirvanê bi cih bûn. Piştî ku vegeriyan gund bi Alî Kaytan re zewicî. Heta sala 1970 li Dêrsimê jiyan û 7 zarokên wan çêbûn. Di van salan de, li gel destpêkirina têkoşîna Denîz Gezmîşan zextên li ser malbata Kaytan zêde bûn. Dewletê vê carê jî belaya xwe ji malbatê venekirin û her tim zext li ser malbatê kirin.

HATINA APOCIYAN A GUNDÊ HENGIRVANÊ

Salên 1975-1976 hin kes tên gundê Hengirvanê. Piştre ev ciwan weke hevalên kurê mezin ê malê Alî Haydar Kaytan dihatin nasîn. Lê piştre hate zanîn ku ew şoreşgerên Kurdistanî ne. Alî Haydar Kaytan jî di nava wan de bû. Gulîzar Kaytan ji roja destpêkê ve destekê dide van ciwanan.

Piştî ku van ciwanan dibîne dibêje “Ev ciwan wê tola Dêrsimê hilînin” û baweriya wê ya bi têkoşîna azadiyê ji wê rojê ve destpê dike. Dayika Gulîzar hembêza xwe ji bo van ciwanên Apocî re vedike û her tim destekê dide wan. Gundê Hengirvanê êdî dibe navenda van ciwanan. Gelek civîn, hevdîtin û perwerdeyê xwe li vî gundî kirin.

'XIZMETKIRINA DEWLETA TIRK XIYANET E'

Piştî derbeya 12’ê Îlonê ya li Tirkiyeyê dewletê jêre got “An zarokên xwe bînim, yan jî ji vir herin” û hevserê Gulîzar Kaytan Alî Kaytan ji Dêrsimê hate derxistin û şandin bajarê Tirkiye Afyonê. Bi vê biryarê re careke din ji cih û warê xwe dûr dikeve û rêya dikeve koçberiyê. Li vir malbata wê bi zoriyan re rû bi rû dimîne. Lê malbata Kaytan dest ji têkoşînê bernade. Çand û baweriya Elewitiyê û qirkirina Dêrsimê ji zarokên xwe re vedibêje. Alî Kaytan ji zarokên xwe re dibêje “Hûn ê ti carî ji vê dewletê re xizmet nekin. Xizmetkirina ji bo vê dewletê xiyanet e.” Alî Kaytan xwe li ber zext û dijwariya jiyana xerîbiyê xwe ranegirt û sala 1984’ê jiyana xwe ji dest da. Zarokên wî têkoşîna şoreşger nas dikin. Piştre dayik Gulîzar Kaytan diçe Bûrsayê. Kaytan piştre wisa dike ku hema bêje hemû zarokên wê tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurd bibin.

DEHAN KES HATIN BINÇAVKIRIN

Gulîzar Kaytan ji salên 1990’an ve geriya Dêrsimê. Careke din zext zêde bûn û di sala 1993 de bi dehan kes hatin binçavkirin û hatin girtin. 6 meh di girtîgeha Erziromê de man. Gulîzar Kaytan piştî salekê li derve ma, 27’ê Mijdara 1994’ê careke din hate girtin û di girtîgehên Dêrsim, Elbîstan û Meletiyê de hate ragirtin. Piştî ku hate berdan çû Bûrsayê.  Li vir jî li rastî îşkence û lêdanê hatin. Ji aliyê Midûrê Emniyeta Bûrsayê Mehmet Agar ve hate binçavkirin û wî bi xwe ew îşkence kir. Agar bi xwe ew îşkence kir û bi botên xwe pê li tiliyên Kaytanê kir. Li gel hemû îşkenceyan Kaytan di binçavan de neaxivî. Bi vê helwesta xwe ji aliyê derdorê ve weke “Dayika berxwedêr a Dêrsimê” dihate  nasîn. Kaytan li gel hemû zextan ti carî stûyê xwe li ber dewletê xwar nekiriye û her tim li ber xwe daye.

CILÊN GERÎLAYAN LI XWE KIR

Gulîzar Kaytan sala 1995’ê çû gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Sûriyeyê bû. Ji ber ku wê Ocalan bidîta bi heyecan bû. Gava ku Ocalan dibîne weke ku hemû cîhan ya wê be. Gulîzar Kaytan cilên gerîlayan li xwe kir û hestên xwe wiha vegot: “Xweziya ez ciwantir bûma, min jî mîna van keçan çekê daba destê xwe çûbûma çiyayên Kurdistanê û şer bikiriba”. Kaytan 6 mehan li vê derê ma û bi daxwaza Ocalan ew çû Ewropayê.

LI EWROPAYÊ QIRKIRINA 38’Ê VEGOT

Ji bo Gulîzar Kaytanê ji salên 1938’ê ve koçberiya dilşewat destpê kir. Kaytan ku hate bajarê Essen ê Elmanyayê li vir jî ranewestiya. Ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdan tevlî xebatan bû. Gulîzar Kaytan li Ewropayê tevlî gelek civîn û konferansan bû û weke şahida zindî ya komkujiya Dêrsimê axivî û qirkirinê vegot.

OCALAN: KAYTAN Û ALTUN MEZINTIRÎN NIRXÊN TÊKOŞÎNÊ NE

Kaytan heta dawiya jiyana xwe bû parçeyeke ji Têkoşîna Azadiya gelê Kurd. Her tim beriya tevlî çalakiyan dibû û têdikoşiya. Ji ber vê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de her tim ji Gulîzar Kaytan re silav dişand. Ji ber ku Ocalan nirxeke mezin dida dayikên mîna Gulîzar Kaytan û Hatîce Altun. Ocalan dibêje: “Ew dayik ji bo me nirx in. Divê em xwedî li van nirxan derbikevin û dilsozê wan bin.”