ESP-Kurdistan’ê ji bo Efrînê banga hevgirtinê kir
ESP-Kurdistan têkildarî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li dijî Efrînê daxuyanî da û banga hevgirtina Efrînê kir.
ESP-Kurdistan têkildarî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li dijî Efrînê daxuyanî da û banga hevgirtina Efrînê kir.
ESP-Kurdistan têkildarî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li dijî Efrînê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“AKP hefteyek e ku li dijî Efrînê gefan dixwe û amadekariyên dagirkirinê dike. Di heman demê de topan diavêje gundê Celeme yê herêma Cindirêsê ya Efrînê. Çekan dide çeteyên li Îdlîbê û dixwaze di dagirkirinê de van çeteyan jî bi kar bîne.
AKP bi hevkariya MHP’ê ji bo ku karibe berjewendinê xwe bi dest bixe û pêla şovenîst dîsa bilind bike, Rojava û Efrînê dike hedef û li dijî sivîlan êrîşan dike.
AKP a ku di hevdîtinên xwe yên bi DYA û Rûsyayê de tiştek bi dest nexistiye, bi hevkariya çeteyan rê li ber rêveberiya gel digire. AKP a ku li Kobanê, Girê Spî, Şengal û Reqayê têk çû dixwaze xeyalên xwe yên mêtingeriyê bi Efrînê re zindî bike.
Êrîşa li dijî Efrînê tê wateya îradeya gelan a bi hev re jiyînê. Ne li Bakurê Kurdistanê û ne jî li Tirkiyeyê ew ê gelên me yên kedkar vî tiştî qebûl nekin. Efrîn, Kobanê ye, Kirmanşan e, Hewlêr û Amed e.”
ESP-Kurdistan di dawiya daxuyaniyê de ji bo hevgirtina Efrînê bang kir.