Esnafên li Erdîşê hatin xapandin

Dikanên ku li Erdîşê ji bo esnafên di erdheja 2011'an de dikanên wan xera bûn hatin çêkirin, diviyabû bê pere ji esnafan re bihata dayin. Lê belê TOKÎ van dikanan difiroşe.

Esnaf li bendê bûn ku ji binê bereqeyan derkevin û li dikanên ku TOKÎ'yê çêkirine bi cih bibin, lê belê 216 dikan û 41 ofîs bi buhayekî ji 530 hezar TL'î heta 2 milyonî ji bo firotinê pêşkêşî bazarê hatin kirin. Bi vî rengî derfeteke din ji kurtilxurên AKP'ê hate afirandin.

Ji ber erdheja sala 2011'an a li Erdîşê 644 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 5 hezar kes birîndar bûbûn. Beşeke mezin a şêniyên Erdîşê piştî erdhejê neçar ma ku 2 salan li binê konan bimînin. Bi hezaran welatî jî li Êlih, Amed, Riha, Mêrdîn û bajarên din ên Kurdan bûn mêvanê mirovên xwe. Di serî de gelê Kurd ji çar aliyên dinyayê alîkarî ji bo Erdîşê şand. Alîkarî diviyabû ji mexdûrên erdhejê yên li Erdîş û Wanê re bihata dayin, lê belê AKP'ê bi fen û fûtan dest danî ser alîkariyê. Welatî di nava 2 salan de li gel baran û heriyê jî neçar man li binê konan bimînin. Ji bo mexdûrên erdhejê TOKÎ'yê avahî çêkir. Lê belê daîreyên ku ji 90 metreçargoşeyî bi 30 heta 35 hezar lîreyî hatin çêkirin, bi 80 hezar lîreyî ji mexdûrên erdhejê re hatin firotin.

Li Erdîşê rêjeya bêkariyê 80 ji sedî ye. Hem ji ber erdhejê hem jî ji ber krîza aboriyê bi dehan esnafan ji neçarî dikanên xwe girtin. Tevî ku di ser erdhejê re 8 sal derbas bûne, bi sedan esnaf hîn jî li nava bereqeyan kar dikin.

Esnafên Erdîşê ku mexdûrên erdhej û krîza aboriyê ne, derbeke din ji AKP û qeyûman xwarin. Qeyûmê AKP'ê yê li Erdîşê bi bac û cezayên giran esnaf ceza kir. Dikanên ku ji bo esnafên mexdûrê erdhejê hatin çêkirin diviyabû bê pere ji wan re bihata dayin, lê belê TOKÎ dest bi firotina dikanan dike. 216 dikan û 41 ofîs ji aliyê Rêveberiya Emlaqê ve tên firotin. Buhayê wan jî ji 530 hezar TL'î dest pê dike, digihêje heta 2 milyonan. Bi vî rengî fêde li esnafan nabe, lê li kurtilxurên AKP'ê dibe. Esnafên ku bi salan e li bereqeyan kar dikin, nerazîbûnê nîşanî AKP'ê didin.