Êrîşên DAIŞ’ê li Adigeyê hatin protestokirin

Êrîşên DAIŞ’ê li Adigeyê hatin protestokirin

Li Komara Adigey a Federasyona Rûsyayê bi armanca protestokirina êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê ku ji nava axa Tirkiyeyê pêk hat û şermezarkirina desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’ê daxuyaniyek dan û banga piştgiriya ji bo Kobanê hate dayin.

Endamên Meclîsa Otonomiyê ya Agiriyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berpirsê Mala Kurdan Feyzo Huseyîn, li ser navê dayikên Kurd Gulîzer û li ser navê ciwanan jî Feyzo Memedova axivîn.

Feyzo bal kişand ser dengvedana berxwedana Kobanê ya li cîhanê û berxwedanê silav kir. Feyzo got: “Dixwazin têkoşîna bi raman û hizra Rêber Apo hatiye afirandin tune bikin û gelê Kurd tune bikin. Em weke Meclîsa Adigeyê van êrîşên bi desteka aşkere ya hukûmeta Tirk AKP’ê pêk tê şermezar dikin.”

Dayika Kurd Gulîzer jî diyar kir ku ew ti carî van hewldanên li dijî gelê Kurd qebûl dikin û got: “Dixwazin bi van êrîşan me tine bikin û cîhaneke tarî li me ava bikin. Em van êrîşan lanet dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Kobanê, YPG û YPJ’ê re hatin gotin.