Ergul wê bibin Stenbolê

Dozgeriyê derbarê edîtorê kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul yê ku li Balafirgeha Amedê hat binçavkirin  7 roj biryara binçavkirinê derxist û wê Ergul bibin Stenbolê.

Edîtorê kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul serê sibê xwest ji Balafirgeha Amedê biçe Stenbolê. Polîsan Ergul binçav kir û ew birin Edliyeya Amedê. Diyar bû ku Ergul di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin hatiye binçavkirin. Ji bo Ergul bi rêya SEGBÎS’ê îfade bide dozgeriya ji  polîsan demekê ew li Edliyeya Amedê rawestand.

Dozgerê ku lêpirsînê birêve dibe der barê Ergul bi bayê bezê biryara binçavkirina 7 rojan derxist. Dozger xwest Ergul bibin Stenbolê. Ergul ji Edliya Amedê carek din birin Miduriyeta Polîsan a Amedê û wê ji vir jî bibin Stenbolê.