‘Erdogan wê penaberan bi cih bike û Kurdan bide koçkirin’
Elke Dangeleît diyar kir ku Erdogan dixwaze penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike û bi qasî hejmara van penaberan jî wê Kurdan û gelên din bikin penaber.
Elke Dangeleît diyar kir ku Erdogan dixwaze penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike û bi qasî hejmara van penaberan jî wê Kurdan û gelên din bikin penaber.
Polîtologê Elman Elke Dangeleît li ser malpera Telepolîsê nivîsek weşand û diyar kir ku rejîma Erdogan dixwaze penaberên li Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike. Dangeleît diyar kir ku ev wekî polîtîkaya rejîma Baas e û armanca vê polîtîkayê ev e ku li ser Kurdan û gelên din paqijîya etnîk bike.
Dangeleît diyar kir ku plana Erdogan a ‘Bi serkeftinên polîtîk ên li derve re, ji kêşeyên navxweyî yên polîtîk dûr bikeve’ bi ser neketiye. Dangeleît diyar kir ku Erdogan ji bo piştgiriyê bi serokê Rûsyayê Pûtîn,bi Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re xwestiye bicive.
TIŞTA KU ERDOGAN NABÊJE: WÊ EWQAS KES JÎ KOÇ BIKIN
Dangeleît diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze penaberên ji Sûriyeyê li qadên Kurdan û gelên din bi cih bike û heke ev plan bi ser bikeve wê gelên wê derê bibin penaber.
Dangeleît diyar kir ku armanca Erdogan ev e ku wekî serdema Hafiz Esad li qadên Kurdan û Xirîstiyanan ‘Kembera Sunnî-Ereban’ ava bike. Angeleît bal kişand ser dagirkeriya li dijî Efrînê û diyar kir ku 300 hezar Kurd û gelên din neçar man ku ji Efrînê derkevin. Dangeleît diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Kobanê gotiye ku ji dêvila 300 hezar Kurdên ku hatine koçberkirin, 300 hezar penaberên ji Sûriyeyê li wê derê hatine bicihkirin.
Dangeleît bal kişand ser vî tiştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dixwaze penaberan bi kar bîne û 90 ji sedê van penaberan jî ji van qadan koç kirine yê ku di bin kontrola rejîma Esad de ye, ji ber vê jî ji bo ku ev penaber vegerin divê Tirkiye bi rayedarên rejîma Esad re hevdîtinê bike.
Elke Dangeleît ê ku bi salên dirêj li ser Tirkiyeyê dixebite, etnolog û polîtologek e û li ser meseleyên koç û koçberiyê dixebite. Dangeleît di nav Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) de jî siyasetê dike.