Erdogan li Parîsê hate protestokirin

Erdogan li Parîsê hate protestokirin

Saziyên Kurd û Fransî yên li Fransayê serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a ji bo Fransayê protesto kirin.  Di dema hevdîtinê de girseya gel li ber deriyê Qesra Elysee li hev kom bû. Girse ji aliyê polîsên Fransî ve hate dorpêçkirin.

Serokkomarê Tirk Tecep Tayyip Erdogan îro li Qesra Elsee ya Serokkomariya Fransayê ya li Parîsê bi Serokkomarê Fransa François Hollande re hatin gel hev. Rojeva hevdîtinê jî daxwazên dewleta Tirk ên têkildarî Sûriye û Kobanê bû. Pêşwazîkirina Erdogan a ji aliyê Hollande ve ji aliyê saziyên Fransayê ve bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Di dema hevdîtinê de, saziyên Kurd û Fransî li ber deriyê Qesra Elseeyê çalakiyeke protestoyi li dar xistin.

Her çendî li derdora Qesra Elysee tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin, du koman karîbûnn xwe bigihînin ber qesrê. Girseya gihişt ber deriyê Qesra Elysee dowîzên ku Erdogan protesto dikin vekirin û dirûşma “Qatil-Terorîst Erdogan” qîriyan.

Her du komên çalakgeran ji aliyê polîsan ve hatin protestokirin. Piştre nasnameya wan hate kontrokirin û li cihê çalakiyê hatin rawestandin. Koma sêyemîn jî xwest li ber deriyeke din ê Qesra Elyseeyê çalakî li dar bixin. Piştî kontrolkirina nasnameyan çalakger heta çûyina Erdogan hatin rawestandin.

Ji aliyeke din jî Kurdistanî û Fransî li rex Parlamentoya Fransayê ji bo protestokirina Erdogan li hev kom bûn. Nêzî 150 sazî tevî çalakiya ku saet di 14.15 de destpê kir.

Rêxistinên Fransî duh bi daxuyaniyekê serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a ji bo Parîsê protesto kirin û gotin: “Erdogan tu ne bi xêr hatî” û dabin diyarkirin ku ew ê Erdogan protesto bikin.

Girseya li Qada Invalides li hev kom bûn pankartên “DAIŞ: Erdogan”,”Qatil Erdogan” û “Kobanê biparêzin” vekirin û dirûşm qîriyan. Di çalakiya ku Ermenî, Asurî, Keldanî û Fransî jî destek dan û dirûşm hatin gotin.

Di çalakiyê de li ser navê Komeleya Piştevaniya Kurdistanê ya Fransa, MRAP, nûnerê PYD’ê yê Parîsê û Federasyona Ermeniyan axaftin hatin kirin.

Seroka Komeleya Piştevaniya Kurdistanê ya Fransayê Sylvie Jan diyar kir ku ew rojek berê ji Pirsûsê hatiye û dest bi axaftinê kir. Jan da zanîn ku ew çûne serdana kampên penaberan ên li Pirsûs, Mêrdîn û Amedê û bibîr xist ku rewşa penaberên mexdûrên şer xirab e.

Jan da zanîn ku pêdiviyên penaberên mexdûrên şer  tenê ji aliyê şaredariyên DBP’yi ve tên pêşwazîkirin û diyar kir ku her çendî Hollande polîtîkaya Erdogan a têkildarî Kobanê dizane, lê dîsa jî Erdogan li pêşwazî dike û got ku ev yek jî cihê şermê ye. Jan bi bîr xist ku  Tirkiye ji bo polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn dixwaze hin welatan bikişîne aliyê xwe. Jan ji Hollande xwest ku nebe amûrê polîtîkayên Tirkiyeyê.

Piştre  her yek ji nûnerê PYD’ê yê Parîsê Xalid Îsa, yek ji endamên Federasyona Ermenî û kesek li ser navê MRAP’ê jî axaftin kirin. Di hemû axaftinan de pêşwazîkirina Erdogan a ji aliyê Hollande ve hate şermezarkirin û “Tu bi xêr nehatî Erdogan” hate gotin.