Erdogan çekên xwe hê jî ji Elmanyayê peyda dike!

Tevî alozî û krîza navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan jî, derket holê bazirganiya çekan a Elmanyayê ya bi dewleta Tirk re dewam dike.

Tenê di nava çar mehên destpêkê yên sala 2017'an de artêşa Tirk bi buhayê 5 mîlyon û 600 hezar Euroyî çek û cebilxane ji fîrmayên çekan ên Elman kirî ye.

Fîrmayên çekan ên li Elmanyayê, ji bo karibin çekan bifiroşin derveyî welat, pêwîste hikumet destûrê bide. Roj bi roj eşkere dibe, ku hikumeta koalîsyona mezin a ji demokratên xiristiyan û demokratên sosyal pêk tê, berevajî restên li hemberî Erdogan, hê bêhtir rê li ber bazirganiya çekan vedike.

Wezareta Aboriyê ya hikumeta Merkel bersiv da pêşniyar pirsa Partiya Çep a li ser bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re. Di bersiva wezaretê de tê dîtin, rageşî û aloziya bi rejîma Erdogan re bi ti awayî bandor li ser bazirganiya çekan nekiriye.

SALA 2016'AN BAZIRGANIYA ÇEKAN BI DU QATAN ZÊDE BÛ

Wezareta Aboriyê ragihand, Elmanyayê sala 2016'an bi buhayê 49 mîlyon Euro çek û cebilxane firotiye artêşa Tirkiyeyê. Mikur hat ku ev hejmar sala 2015'an 26 mîlyon û 500 hezar Euro bû.

Wezaretê diyar kir, di nava çar mehên destpêkê yên sala 2017'an de bi qasî temamiya sala 2015'an bi buhayê 22 mîlyon Euroyî çek û cebilxane firotine Tirkiyeyê. Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen ku pêşniyar pirsa naborî amade kir, anî ziman ku hikumeta Merkel piştgiriyê dide welatên ku destekê didin terora Îslamî ya tund.

Dagdelen anî ziman, bazirganiya çekan a bi Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê re xetere ye û got, "Bi sewqiyata çekan re hikumet agirê şerê li herêmê gurr dike."

Çend roj berê derketibû holê ku fîrmaya çekan a Elman Rheînmetall wê bi buhayê 7 mîlyar Euro hezar panzerî li Tirkiyeyê çêbike. Erdogan di Mijdara 2015'an de menajerên Rheînmetallê ji bo vî karî vexwendibû qesra xwe û wêneyên wan li çapemeniyê belav bû bû.