Enqereyê xwest rêveberên MÎT'ê bên teslîmkirin, PKK'ê qebûl nekir
Rêveberên MÎT'ê, ji bo sûîqestê li Cemîl Bayik û hin rêveberên PKK'ê bikin, yan jî wan birevînin diçin herêmê. Bi tîmên MÎT'ê yên herêmî re tevdigerin.
Rêveberên MÎT'ê, ji bo sûîqestê li Cemîl Bayik û hin rêveberên PKK'ê bikin, yan jî wan birevînin diçin herêmê. Bi tîmên MÎT'ê yên herêmî re tevdigerin.
Girtina du rêveberên MÎT'ê ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve, weke yek ji mijara sereke hê di rojevê de ye. Xuya ye, eger îfadeyên rêveberên MÎT'ê bên eşkerekirin, wê mijar hê zêdetir bibe rojev. Ya rast, îfadeyên rêveberên MÎT'ê wê tengaviya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û dijminatiya rejîma Erdogan a li Kurdan careke din raxin pêş çavan.
Rayedarên KCK'ê li ser mijarê hin daxuyanî dan, lê agahiyên berfireh nedan. Aliyê YNK'ê jî aciz e ku bûyer li herêma wan qewimiye. Tirkiye, bi pêkanîna êrîşeke bi vî rengî li herêma YNK'ê dixwaze di nava Kurdan de şer derxîne. Me hin agahiyên li ser mijarê bi dest xistin, bi rengê pirs-bersivê berhev kirin:
Bûyer kengî û li ku derê qewimî?
Beriya mehekeê, li nêzî Bendava Dûkanê, ku li Silêmanî ye û nêzî herêma Qendîlê ye, 2 rêveberên MÎT'ê ji aliyê PKK'e ve hatin girtin.
Çawa hatin girtin?
Rêveberên MÎT'ê ji bo sûîqestê li Cemîl Bayik û hin rêveberên din ên PKK'ê bikin, ya jî wan birevînin diçin herêmê. Bi tîmên MÎT'ê yên herêmî re tevdigerin. Vê gavê nayê eşkerekirin bê bi kê re çawa xebitîne. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb got, "Me dikarîbû kîs bixista serê wan û dîmenê wan di çapemeniyê de biweşanda'. Ji çapemeniyê re nehat ragihandin, lê belê tê gotin ku di dema girtina rêveberên MÎT'ê de kesî xistine serê wan û mîna di fîlman de jî tê dîtin, hatine girtin.
Rêveberên MÎT'ê yên hatine girtin kî ne?
Her du rêveberên MÎT'ê, berpirsyarên şaxên MÎT'ê yên li herêmê ne ku li dijî PKK'ê tevdigerin. Yekser bi Hakan Fîdan ve girêdayî ne. Agahiyên li ser nasnameyên wan vê gavê ewqas e!
Çawa çûn herêmê?
Ev kesên navborî bi pasaporta dîplomatîk li Başûrê Kurdistanê digerin. Amadekariyên xwe, ku demek bû dikirin, ji Hakan Fîdan re radigihînin. Fîdan ji Erdogan re dibêje, 'Em dikarin li hemberî rêveberên PKK'ê sûîqestê bikin ya jî birevînin. Derfeteke wiha heye'. Erdogan jî erê dike. Bi erêkirina Erdogan û Fîdan re rêveberên MÎT'ê yên navborî dikevin nava liv û tevgerê. Lê belê bi hewldana îstîxbarata dijber re diçin cihê ku wê lê werin girtin.
Yên hatine girtin, tenê du kes in?
Tê gotin, hin yekîneyên li Başûr bi van rêveberan re dixebitin û Kurd jî di nava wan de hene, hatine girtin.
Li hemberî MÎT'ê operasyoneke din hate kirin?
Çend roj piştî girtina du rêveberên MÎT'ê û endamên wan ên herêmî, (7'ê Tebaxa 2017'an) li herêma Batûfa ya li nêzî Zaxoyê, di dema derbasbûna wesayita MÎT'ê de teqînekê rû da. Hat ragihandin, ku kesên di wesayitê de bûn birîndar bûne. Tê gotin, ev kesên navborî bi şebekeya li Dûkanê hate girtin re dixebitîn.
Piştî ku rêveberên MÎT'ê hatin girtin, di navbera Enqere-Silêmanî û Qendîlê de danûstandineke çawa hate kirin?
Êvara 3'ê Tebaxê, Erdogan û tîma wî li benda nûçeya li ser sûîqest an jî revandina rêveberên PKK'ê bûn. Lê li şûna vê nûçeyê, nûçeyeke din ji wan re hat. Li gorî vê agahiyê jî rêveberên MÎT'ê hatin girtin. Li ser vê yekê, rayedarên MÎT'ê piştî rojekê bi Nûnerê YNK'ê yê Enqereyê Behroz Gelalî re rûniştin. Gelalî mijar ji rêveberiya YNK'ê re ragihand. Haya YNK'ê ji rewşê tine bû. Ragihand ku Enqereyê gotiye, 2 dîplomat ji aliyê PKK'ê ve hatine revandin û dixwaze ev werin berdan.
Rayedarên YNK'ê ji bo ku daxwaza Enqereyê veguhezînin xwestin ku bi rêveberiya KCK'ê re rûnin. Li ser vê jî aliyan nêzî Silêmaniyê li deverekê hev dîtin.
Di vê rûniştinê de aliyê PKK'ê girîngiya babetê ji YNK'ê re vegot û diyar kir kesên ku di behsê de wê neyên berdan. Piştî ku aliyê YNK'ê lê rawestiya ku yên hatine girtin radestî wan bikin rêveberiya PKK'ê got 'yên ku li maseya PKK'ê dinerin ev ekîb e û dibe ku rola van kesan di komkujiya Sakîne Cansiz de hebe'. Piştî vê di civînê de pêlekê bêdengî çêbû û aliyê YNK'ê tiştek negot. Rayedarên PKK'ê di civînê de ji YNK'ê re gotin, 'me yên li Zaxoyê rasterast kirin hedef, sedema ku me ev nekuştine ew e ku em li hesasiyetên YNK'ê û Silêmanî fikirîne'.
Peyama PKK'ê heman rojê gihandin Enqereyê.
Rêveberiya Erdogan ku fêhm kir PKK rêveberên MÎT'ê yê ku hatine girtin bernade li ser YNK'ê zext kir û azîneya ku encamê bigire sazkar kir. Bi heman paralelî bi rayedarên PDK'ê re jî hev dîtin. Lê PDK'ê got bûyer li herêma YNK'ê pêk hatiye û xwe ji nav derxist.
Piştî ku ji gelek hevdîtinên ku di nav sê hefteyan de hatin kirin ti encam nestandin Erdogan û tîma wî çareserî di girtina buroya YNK'ê ya Enqereyê de dîtin û di dersînorkirina Behroz Gelalî de.
Behroz Gelalî kî ye?
Gelalî ev 17 sal in li Enqerê nûnertiya YNK'ê dike. Di navbera Enqere-Qendîl û Celal Talabanî de salên bihurî navbeynkarî kiriye û dîplomatekî wiha ye ku ji hêla dewleta Tirk ve baş tê naskirin. Bi taybetî di hevdîtinên Tirkiyê-PKK'ê de, ya 2006'an ku agirbest çêbûbû, li pişt perdê pir serwextî geşedanan bû. Bi kurtasî; gelek mesajên ku salên bihurî Enqereyê digihand PKK'ê rasterast didane Gelalî...
Polîtîkaya YNK'ê ya derbarê babetê çi ye?
YNK dilteng e ku bûyer li herêma wan pêk hatiye. Di nav YNK'ê de meylek jê dixwaze PKK wan kesan berda. PDK jî destekê dide vê meylê. Dixwazin bi Enqereyê re têkilî baş bin. Meyleke din a di nav YNK'ê de ew e ku ev babet babeteke di navbera Tirkiyê û PKK'ê de ye û tenê dikarin navbeynkariyê bikin. Zemîna YNK'ê û gelê Silêmanî kêfxweş e ku operasyona ne serketî ya MÎT'ê wiha bi encam bûye.
Peywirdarên dewletê yên di destê PKK'ê de tenê ev in?
Polîs û leşkerên ku berê hatine girtin jî hene. Malbatên wan bi rêya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) serî lê da lê dewlet hîç hewl nedaye. Her wiha tê gotin beriya bi 2-3 salan jî hin kesên têkildarî MÎT'ê hatin girtin û hê jî girtî ne. Lê rêveberiya Enqereyê bi taybetî dixwaze du rêveberên ku li Dûkanê hatine girtin serbest werin berdan.
Enqere çima bêdeng e?
Ji ber ku wesfê kesên ku hatine girtin dizane. Dizane ku daxuyaniyeke pêkan dikare li derewê were qelibandin...
PKK wê rêveberên MÎT'ê serbest berde?
Rêveberiya PKK'ê, bi navbeynkariya YNK'ê got qetiyen wê kesên navborî neyên berdan.
Wê dîmen û îfadeyên wan werin weşandin?
Belkî...