Enqere xwest, Atîna biryar da: Kaya kete grevê
Şoreşgerê Tirkiyeyî Tûrgût Kaya yê li Yûnanîstanê hatiye girtin, li ser radestkirina Tirkiyeyê biryar hate dayîn. Kaya yê ku li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da, kete greva birçîbûnê.
Şoreşgerê Tirkiyeyî Tûrgût Kaya yê li Yûnanîstanê hatiye girtin, li ser radestkirina Tirkiyeyê biryar hate dayîn. Kaya yê ku li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da, kete greva birçîbûnê.
Şoreşgerê Tirkiyeyî Tûrgût Kaya yê dema Sibata 2018’an derbasî Yûnanîstanê bû ji aliyê Înterpolê ve hate girtin, di rûniştina ku 30’ê Gulanê li Atînayê pêk hat de, biryar hate girtin ku radestî Tirkiyeyê bê kirin.
Kaya yê ku bi bultena sor lê dihate gerîn, yek ji kesên bi salan li girtîgehên Tirkyeyê maye. Nîsana 2015’an li Yûnanîstanê hatibû girtin û piştî 40 rojan hatibû berdan. Li ser serlêdana dewleta Tirk di meha Sibatê de Kaya dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Korîdallosê.
Kaya yê nerazîbûn nîşanî biryara radestkirinê da û ji roja Pêncşemê ve ketiye greva birçîbûnê wiha got: “Niha biryara radestkirinê li Wezareta Edaletê ya Yûnanîstanê de ye. Li dijî hişmendî û hevkariya qirêj a dewletên paşverû, ji bo rawestandina radestkirina dewleta Tirk û bi lezgîn berdanê dest bi greva birçîbûnê dikim.”
Li dijî biryara radestkirinê rêxistinên şoreşger li hev kom bûn, Platfroma Azadiya Tûrgût Kaya ava kirin. Di nava platforma ku daxwaza rawestandina radestkirinê ji hikûmeta Syrîza dike de ATÎK-ÛPOTÛDAK, KCDK-Yûnanîstan, SYKO (A), MKP, MLKP, DKP jî cih digirin.
Platfromê wiha got: “Bi radestkirinêa Tûrgût Kaya re ewlekariya canê wî nîne. Ji bo bi lezgîn rawestandina vê biryarê û berdana Tûrgût Kaya, bang li şoreşger û demokratên, rewşenbîr û welatparêz ên li Ewropayê xebatan didin kirin, xwedî li Tûrgût Kaya derbikevin, li her qadê ji bo li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan bidin û çalakiyan li dar bixin.”