Enqere xwe ji komkujiyê bêrî dike!
Di doza têkilî komkujiya Enqerê de ya 10'ê Cotmeha 2015'an, ku zêdetirî 100 kesî hatibûn kuştin, delîlên girîng tine hatin hesibandin.
Di doza têkilî komkujiya Enqerê de ya 10'ê Cotmeha 2015'an, ku zêdetirî 100 kesî hatibûn kuştin, delîlên girîng tine hatin hesibandin.
Enqere xwe ji komkujiyê bêrî dike!
Di doza têkilî komkujiya Enqerê de ya 10'ê Cotmeha 2015'an, ku zêdetirî 100 kesî hatibûn kuştin, delîlên girîng tine hatin hesibandin.
Parêzerên malbatên mexdûr ên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê diyar kirin ku daxwazên der barê wezîfedarên cemaweriyê ya 872 rûpelên ji biryara hêcetê pêk tê, tenê xistine rûpelek û nîvê û got: "Di rapora Mufetîş a Wezareta Karê Navxwe û dosyeyên ji dadgeha Dîlokê hatine dosyeyên tespîta pevragihanê hene hatine tunekirin."
Dadgeha Enqereyê di 3'ê Tebaxa 2018'an de doza Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku li dijî Mitînga Aştiyê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatibû, biryar li ser dabû. 872 rûpel hêceta biryarê hat eşkerekirin. Parêzerên dozê têkildarî hêceta biryarê daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Dadgeha Enqereyê biryarek "tu tiştek nabêje" nivîsandiye û got: "Dadgeha Enqereyê ji peyva edaletê dûr ketiye. Biryarê li gorî daxwaza siyasî hatiye dayîn. Em dizanin ew nabihîzin û li ser navê hiqûq û edaletê em hîcap dibînin."
'HEMÛ DELÎL TUNE KIRIN'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin alî neçar in ku hêceta biryarê doza herî mezin a Tirkiyeyê ji raya giştî ya welat re bê ragihandin û wiha hat gotin: "Me daxuyanibû ku em vê biryarê qebûl nakin. Hemû tabloya komkujiyê nehatiye ronîkirin. Dadgehê hemû berpir nedarizandine. Bi vê yekê re jî di hêceta xwe ya biryarê de vê helwesta xwe dewam kiriye. Hêcetek biryarê ku têkildarî komkujiyê tiştek nabêje nivîsandiye. Gelek daxwaz hebûn ku hemû berpirs bên darizandin. Lê hemû daxwaza beşdarvên dozê bêbersiv hatiye hiştin. Me di her danişînê de jî vê rewşê anî ziman. Me şahidan pêşkêşî dosyeyê kir ku wezîfedarên cemaweriyê ku kesên berpirsê komkujiyê ne mudaxilî dosyeyê bên kirin. Lê mixabin hemû daxwazên min bêbersiv man. Di hêceta biryarê ya 872 rûpelî de tenê rûpelek û nîv cih girtiye. Darizandina wezîfedarên cemaweriyê ji nedîtî ve hatiye. Bi vê yekê re di çarçoveya dosyeyê de ku delîlên cih digirtin jî qet behsa wan nehatiye kirin. Di rapora Mufetîş a Wezareta Karê Navxwe û dosyeyên ji dadgeha Dîlokê hatine dosyeyên tespîta pevragihanê hene hatine tunekirin. Van delîlên em behsa wan dikin li cihên mîna Enqere, Edene, Dîlok û Kilîsê û hwd. wezîfaderiya cemaweriyê kirin e. Ev yek dide nîşandan ku Wezareta Karê Hundir, MÎT û desthilata siyasî rê daye ku ev komkujî pêk were."
EM Ê JI BO BIRYARÊ LI ÇEPIKAN NEDIN
Li dijî mirovan sûc hatiye kirin. Dixwazin bi vê biryarê ser berpirsyariya deshilata siyasî bê niximandin. Dadgeha Enqereyê li gorî daxwaza desthilata siyasî û dewletê biryar daye û xwestiye wan jê xelas bike. Wezîfeya dane wan bicih anîne. Lê em ê ji bo vê biryarê li çepikan nedin û li dijî biryarê têkoşîna xwe ya edaletê mezintir bikin. Çimkî ev biryarek serbixwe nîne. Li gorî rewşa siyasî ya Tirkiyeyê hatiye dayîn."