Enqere, Eskişehir, Konya, Tekirdağ: Em ê agir geş bikin!

Li Enqere, Eskişehir, Konya, Tekirdağê Newroz hate pîrozkirin.

 ENQERE

Li Enqereyê jî îsal Newroz bi tevlêbûna sazî, dezgeh, kom û rêxistinên çepgir û sosyalîst hate pîrozkirin.

Kesên ku bi çenteyên piştê hatin qadê, polîsan ew nexistin qadê. Ji ber vê jî gelek kes nekarîn têkevin qadê. Polîsan malzemeyên makyajê yê jinan, heste, pênûs jî kirin asteng.  Di heman demê de hemû çoyên alayên jî hatin berhevkirin.

Polîsan nehiştin ku gel êzingan têxin qadê, girseyê jî cil û bergên xwe şewitandin û agirê Newrozê geş kirin û li qadê sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji İmraliyê re hezar silav’ berz kirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Fikret Aslan axivî û got, “Newroz ne ya kesên ku peykerê Kawa hilweşînin, ya wan kesan e ku peykerê Kawa çêdikin.”

Parlementerê HDP’e Erol Dora jî got ku, “Heke demokrasî û mafên mirovan hebe ew ê aştî were. Hêvîdar im Newroza were em ê di nav aştiyê de pîroz bikin.”

KONYA

Li navçeya Selçukluyê ya Konyayê jî girseyê bi slogan û govendê Newroz pîroz kirin. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê bi sedan kesan, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê rêz girtin.

Hevseroka HDP’ê ya bajêr a Konyayê Ayfer Yılmaz di pîrozbahiyê de axivî û got ku, “Heke em tenê bimînin jî em ê Newrozê pîroz bikin. Newroz têkçûna Dehaqan e.”

Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emin Adıyaman jî di pîrozbahiyê de axivî û got, “Li cîhanê Dehaq neqediyan lê Kawa jî neqediyan. OSO’yê li Efrînê peykerê Kawa hilweşandin, em jî dibêjin ku hûn nikarin fikra Kawa hilweşînin.”

ESKİŞEHİR

Li Eskişehirê jî pîrozbahî li ser rêya Kütahyayê li Qada Fidanlıkê hate pîrozkirin.

Polîsan di pîrozbahiyê de ji HDP’yiyan lîsteya muzîkê xwestin a ku ew ê were lêdan lê HDP’yiyan bertek nîşanî polîsan da.

Di pîrozbahiyê de sloganên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hate berzkirin.

TEKİRDAĞ

Li Tekirdağê jî bi pêşengiya HDP’ê Newroz bi çoşeke mezin hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Endama Lijneya Rêveber a HDP’ê Gülsüm Ağaoğlu axivî û got, “Wekî ku hûn jî dizanin ku dîroka Komara Tirkiyeyê li ser qetlîaman hatiye avakirin. Tirkiyeyê niha jî dest bi dagirkirina Efrînê kiriye. Çawa ku me hemû dîktator şandin ser sergoya dîrokê em ê dîktatorê vê serdemê jî bişînin ser sergoyê dîrokê.”

Piştî pîrozbahiyê Ağaoğlu ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.