Endamê MLKP'ê Alî Bûgun li ser gora xwe hate bibîranîn

Endamê MLKP'ê Alî Bûgun li ser gora xwe hate bibîranîn

Alî Bûgun ê MLKP’yî li bajarê Hollanda Rotterdamê li ser gora xwe hate bi bîr anîn. Bi boneya ‘Mijdar meha Şehîdane’ ku merasîma bîranînê hate li darxistin rêheval û dostên Alî yên tekoşînê tevlî bûn.

Merasîma bîranînê ya ku piştî nîvro hate li darxistin li goristana Crooswijk ku gora Alî Bûgun lê ye destpê kir. Girseya ku li paş pankarta îmezaya MLKP’ê ya ‘Alî Bûgun di têkoşîna me ya Rêhevaltiyê de dijî’ meşiya, qurnefîl danîn ser gora Bûgun û sirûda enternasyonal xwend.

Di axaftinên li ser gorê hatin kirin de bal hate kişandina ser 33 salên têkoşînê yên Bûgun ê 48 salî. Her wiha kesayeta berxwedê ya Bûgun ku bi bendên di dema bûyerên Çorûnê de destpê kir û di nava refên MLKP'ê de xurtir bû, hat destnîşankirin.

Di axaftina li ser navê KGO de hat gotin, "sekna Bûgun a enternasyonelîst û biryardariya wî a di tekoşînê de, mînakdar e. Bûgun di şert û mercên herî giran de lêkolîn, şopandin û pêşketinên şoreşgerî yên li cîhanê ji nêz ve şopandiye û soza jîndariya îdealên xwe daye."

Girseya gel dûre gul danî ser bîrdariya berxwedêrên Holandî yên di duyemîn şerê cîhanê de jiyana xwe ji dest dane.

Piştre jî girse çû salona bîranînê û merasîma bîranînê bi xwendina sirûdên şoreşgerî bi dawî bû.