Endamê meclîsê yê DBP’yî rastî êrîşa bi kêran hat
Endamê meclîsê yê DBP’yî rastî êrîşa bi kêran hat
Endamê meclîsê yê DBP’yî rastî êrîşa bi kêran hat
Li Mutkî endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP’yî Savaş Karataş, rastî êrîşa bi kêran a birayên Şaredarê AKP’î yê berê Vahdettîn Barlak hat.
Li navçeya Mutkî ya Bedlîsê, birayên şaredarê AKP’î yê berê Vahdettîn Barlak, Omer û Serdar Barla, pêşî li wesayîta endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP’yî Savaş Karataş ê 33 salî girtin û bi kêran êrîş kirin. Karataş ji pişta xwe bi çar cihan bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mutkî piştî mudaxeleya yekemîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.
Derket holê ku birayên şaredarê berê yê AKP’î di pêvajoya hilbijartinê de jî parêzerek kêr kiribûn.