Di operasyonên qirkirina siyasî de yên saetên sibehê li navçeyên Nisêbîn û Qoserê hatin lidarxistin, li gel Hevseroka Navçeya Nisêbînê ya HDP’ê Hêvîdar Dînç, endamên HDP’ê Mehmet Saît Sirdaş, Ozgur Ermîş û endamê Komeleya Çandê yê Mezopotamyayê Abdûllah Ayav hatibûn destgîrkirin.
Di çarçoveya operasyonê de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Abdullah Îdig ê ku bi balefirê ji Enqereyê hat Mêrdînê, li Balafirxaneya Mêrdînê hate destgîrkirin.
Îdig ê ku hatî destgîrkirin jî birin şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Bajêr a Mêrdînê.