Endama LRN’ya BDP’ê Kubilay hat girtin

Endama LRN’ya BDP’ê Kubilay hat girtin

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya BDP'ê Mukaddes Kubilay, piştî 5 meh cezayê wê yê girtîgehê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin hat girtin.
Endama LRN'ê ya BDP'ê Mukaddes Kubilay, dema ku Şaredara Bazîdê ya Agirî bû der barê wê de cezayê 5 mehan hatibû birîn. Kubilay îtîraz kiribû û ceza çûbû Dadgeha Bilind.

Piştî dadgeha bilind 5 meh cezayê wê yê girtîgehê erê kir, Kubilay hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê.