Encamnameya Kongreya HDK-Almanya

HDK-Almanyayê, encamnameya kongreya xwe ya yekemîn a asayî eşkere kir.

1. Kongreya Asayî ya HDK-Almanya, li bajarê Frankfurtê bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyî pêk hat.

Di kongreyê de pêvajoya siyasî hate nirxandin û li ser wezîfeya pêvajoya bê hin biryar hatin standin.

Di encamnameya kongreyê de işaret bi rola HDP'ê ya ji bo pêşîgirtina li tifaqa faşîst hate kirin.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku li Elmanyayê di karê hilbijartinê de hem divê eniya antî-faşîst bê avakirin, hem jî ji girseyen gel re qala HDP'ê were kirin.

Wekî din biryar hate dayin ku piştgirî ji girtiyên welatparêz-şoreşger ên li Elmanyayê re bê dayin û li dijî kiryarên faşîst ên li hemberî girtiyên li Tirkiyeyê tên kirin, karê dîplomatîk bê kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku wê bi rengekî çalak tevlî karên Platforma Piştgiriya Efrînê bibin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku ji bo çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî wê kar bê kirin.

Li gorî encamnameyê, di kongreyê de biryar hate dayin ku li dijî firotina çekan ji Elmanyayê ji bo Tirkiyeyê, çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Wekî din biryar hate dayin ku têkilî bi civakên Ermenî, Suryanî û Yewnan (Rûmên Pontûs) ên li Elmanyayê re bê danîn û ji bo tevlî karê HDK'ê werin kirin gav bên avêtin.