Encamnameya konferansa ‘çareseriyê’: Tecrîd pirsgirêkê kûr dike

Di encamnameya konferansa ‘çareserî û aştiyê’ de hate gotin, “Divê Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyê were kirin” û hate destnîşankirin ku şer û tecrîd pirsgirêkê kûr dikin.

ENCAMNAME

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 16-17’ê adarê de “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” lidar xist. Komeleyê encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên ÎHD’ê tevlî bûn.

Kuçukbalaban beriya daxuyaniyê axivî û Newroza li gelan pîroz kir. Piştre jî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz encamname xwend.

Yilmaz, anî ziman ku mafên kolektîf ên gelê kurd ji hêla dewletên li ser xaka wan ve nayên naskirin lewma êdî pirsgirêka kurd veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî. Bi domdarî Yilmaz anî ziman ku Komara Tirkiyeyê bi sedan sala ye feraseta xwe ya yekperest didomîne û ev tişt anî ziman: “Ev feraset, hemû nasnameyên ne ji wan tune dihesibînin û polîtîkayên pişaftinê li ser ferz dike. Vê yekê jî her tim pêşî li ber demokratîkbûna komarê girtiye. Diviyabû dîroka komarê komara dîroka demokrasî û piranîparêziyê bûya lê veguheriye tunehesibandina kêmneteweyan, bûye dîroka darbe, OHAL û hwd.”

‘LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ, PIRSGIRÊK HAT KÛRKIRIN’

Yilmaz, bi domdarî hat destnîşankirin ku li şûna çareseriya pirsgirêka kurd sepanên antîdemokratîk hatine kûrkirin û wiha pê de çû: “Ev nêzî 40 sal in di navbera PKK û dewletê de şerekî dijwar heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd car bi car hewldan çêbûn lê polîtîkayên rasteqîn nehatin raberkirin. Herî dawî di navbera 2013-2015’an ‘Pêvajoya Çareseriyê’ destpê kir, şer sekinî û civak heta astekî rehet bû. Lê ji ber ku mekanîzma û sererastkirinên qanûnî nehatin kirin, ji 24’ê tîrmeha 2015’an ve şer dijwar bû û hêj didome. Ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd; di nava van 8 salan de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, maf hatin binpêkirin û otorîterbûneke mezin çêbû. Sepanên qeyûman ketin meriyetê, hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bandora wî ya di çareseriya meseleya kurd de ji hêla dewletê ve jî tê zanîn ên bi malbat û parêzeran re hate astengkirin û zemîna guftûgoyê bi temamî hate tunekirin.”

Yilmaz, bi domdarî wiha got: “ÎHD, pirsgirêka kurd weke pirsgirêka mafên mirovan demokrasiyê dinirxîne û di vê çarçoveyê de li çareseriyê digere. Weke ku tê zanîn aştî; pêvajoyeke dirêj û zehmet e. Ji bo her kesî jî pêdivî ye. ÎHD, ji bo çareseriya meseleya kurd li ser bingeha li ser bingeha mafan xebatan dimeşîne û encamên wê jî bi muxatabên wê re parve dike. ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştî’ jî xebata wê ya nûjen e. Konferansa Aştiyê; ji bo peydakirina çareseriyan hatiye lidarxistin.” Bi domdarî Yilmaz, sernavên di konferansê de hatine nîqaşkirin rêz kir û got ku ev mijar bi awayeke hûr û kûr hatine nîqaşkirin.

ÇIMA NAYÊ ÇARESERKIRIN?

Yilmaz, di vê çarçoveyê de pirsgirêkên ku rê li ber pêknehatina aştiyê ya pirsgirêka kurd vedike wiha rêz kirin:

* Neavakirina bingeha diyalogê ya partiyên siyasî ya têkildarî çareseriya Meseleya Kurd,

* Helwesta biisrar a di mijara bikaranîna nêzîkatiyên ewlehiyê û rêbazên leşkerî ya pirsgirêka kurd de,

* Bandora astengkirinê ya polîtîkayên tundiyê yên li ser afirandina bingeha aştiyê,

* Polîtîkayên tecrîdê yên ku nahêlin Abdullah Ocalan ê di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorekî girîng e tevlî pêvajoyê bibe,

* Ji aliyê partiyên desthilatê ve çareseriya pirsgirêka kurd a temendirêj ji bo berjewendiyên siyasî yên demkurt tên tercîhkirin,

* Di hewldanên têkildarî çareseriyê tevgera bêyî ku amadekariyên destpêkê bike û çarçoveyeke qanûnî ava bike

* Asayîbûna gotinên ku tundiyê rewa dikin û diyarkirina polîtîkayên heyî,

* Ligel asta siyasî ya pirsgirêka kurd paşguhkirina perspektîfên mafên mirovan,

* Kêmasiyên civaka sivîl ên di tevlîbûna pêvajoyên têkildarî daxwaza aştiyê de hatin nirxandin.

PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ

Yilmaz, herî dawî jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê wiha rêz kir:  

* Ji bo ku pirsgirêka kurd di şert û mercên azad de were nîqaşkirin, di serî de azadiya xweîfadekirinê divê astengiyên li pêşiya mafên sereke û azadiyan bên rakirin.

* Divê mekanîzmayeke guftûgoyê ya ku bingeha muzakereyên di navbera aliyan de amade dike were avakirin; ji bo rewşa aştiyê jî hewcehî bi bidawîkirina pevçûnan heye.

* Partiyên siyasî divê têkildarî çareseriya meseleya kurd inyet û bernameyên xwe eşkere bikin.  

*Ji bo Abdullah Ocalan mudaxilî pêvajoyê bibe, divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn.

* Divê Destûreke Bingehîn a bingeha xwe ji mafên mirovan û piranîparêziyê digire û ya sivîl tavilê bikeve rojevê; rola Destûra Bingehîn a di lihevkirina civakê de bê pêşxistin.  

*Divê sepanên ku mafên bijartin û hilbijartinê yên kurdan ji holê radikin bên bidawîkirin.

* Divê astengiyên ku rê li ber rêxistinên civaka sivîl û baroyan digire ku ji bo çareseriyê rola xwe bilîzin bên rakirin û bikarin mîna Konferansa Aştiyê û xebatên berfireh lidar bixin.

* Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, divê astengiyên siyasî yên li pêşiya kurdan û siyasetmedarên muxalîf bên rakirin; pêşiya siyaseta sivîl were rakirin.

* Divê tevahiya astengiyên di her qadên jiyanê de yên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin û girîngiya kurdî ya di çarçoveya meseleya kurd de esas bê girtin.  

*Di çareseriya meseleya kurd de divê tecrûbeyên çareseriyê yên cîhanê esas bên girtin û Tirkiye ji bo çareseriyê mekanîzma û çarçoveyeke qanûnî amade bike.

* Divê di hemû xebatên ji bo aştiyê de wekheviya jinan hebe û astengiyên li pêşiya tevlibûna wan bên rakirin.

* Divê piştevaniya di navbera civakên bûne mexdûrên şer de piştevaniya navneteweyî were xurtkirin.”