Encamên hilbijartinan bi awayekî ne rast derbasî YSK'ê tên kirin - HAT NÛKIRIN

Navenda Krîzê ya HDP’ê ya Stenbolê diyar kir ku gelek girtekên di sindoqan de û encamên YSK’ê hevdu nagirin

Navenda Krîzê ya HDP’ê ya Stenbolê diyar kir ku gelek girtekên di sindoqan de û encamên YSK’ê hevdu nagirin

Li gor agahiyên Ozlem Sezer a li Navenda Krîzê ye hatin girtin, li herêma 2. Bayrampaşa herî 12, li Beşîktaş herî kêm 5, li Beyoglû herî kêm 3, li Fatîh herî kêm 5 sindoqan de girtekên hilbijartinan û daneyên derbasî YSK’ê tên kirin hevdu nagirin, ferqeke mezin di daneyên dengan de heye.

Sezer got, "Daneyên me niha tespît kirine ev in. Lê em texmîn dikin ku rewşeke wiha di gelek sindoqan de hene. Em yek bi yek li ber çavan re derbas dikin.” 

Li gel vê hat diyarkirin ku li Stenbolê dema sindoq kirin yek encamên HDP'ê ji LDP û BBP'ê re hatin nivîsandin. Hat ragihandin ku ev bê ûsulî di serî de li Bayrampaşa û Beşîktaş li gelek deveran pêk hatine.