Encamên hilbijartina Iraqê yên li 10 bajaran eşkere bûn

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, endamên fermî yên hilbijartina a parlamenta Iraqê yên li 10 bajaran ji raya giştî re eşkere kir.

Endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xistin û encamên hilbijartinê yên li 10 bajaran eşkere kirin.

Endamên komîsyonê diyar kirin ku jimartina dengan li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhokê yên herêma Kurdistanê neqediya ye û ji bo pirsgirêkên jimartina dengên li Kerkûkê çareser bibin, komîsyona hilbijartinê dixebite.

Di daxuyaniyê de, Bexda, Kerbela û Diyala jî di nav de encamên fermî yên 10 bajaran hatin eşkerekirin. Hate ragihandin ku Necef jî di nav de jimartina dengan li hin bajaran hê didome.

Koalîsyona Saîrûn/Koalîsyona Şoreşgeran ku Lîderê Tevgera Sadr Muqtda Sadr destekê dide, li Bexdayê bû yekemîn û 18 kursî bi dest xist. Encamên fermî yên li Bexdayê wiha ne:

Koalîsyona Saîrûn/Koalîsyona Şoreşgeran ku Lîderê Tevgera Sadr Muqtda Sadr destekê dide: 413.638

Lîsteya Fetîh a bi serokatiya Hadî Amîrî ku lîderê Haşdî Şabî ye: 233.298

Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Serokwezîrê berê nûrî Malîkî: 211.243

Koalîsyona Vataniyye ya bi serokatiya Alîkarê Serokkomar Iyad Ellawî: 204.686

Koalîsyona Nasr/Serketinê ya bi serokatiya Serokwezîrê niha Haydar Ebadî: 194.767

Koalîsyona Biryara Iraqê: 94.308

Tevgera Hîkmet a Neteweyî ya bi serokatiya lîderê Şîa Ammar El Hekîm: 91.039

Koalîsyona Bexdayê: 86.315

Biyarek El Hayr: 68.315

Temeddun: 31.111

Tifaqa Sivîl a Demokrat: 29.719

Partiya Sivîl: 29.603

Tevgera Îradeyê: 24.423

Koalîsyona Têkoşîna ji bo Guhertinê: 19.843

Lîsteya Piştgiriyê: 18.927