Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê, hem ji gelê Kurd, hem jî ji siyasetmedarên Ewropî û neteweyî piştgirî dîtin. Li gel grevên birçîbûnê karekî berfireh ê raya giştî jî hate kirin.
Tevî hevdîtinên bi rayedarên Konseya Ewropayê (KE), Parlamenta Ewropayê (PE) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), bi gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û bi dehan saziyên cuda re hevdîtin hatin kirin. Berpirsyarê Dîplomasiyê yê Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) Agît Polat li ser van hevdîtinan agahî da.
MPKE'YÊ NAVÊ OCALAN BILÊV KIR Û XWEST TECRÎD BI DAWÎ BIBE
Hevdîtinên li ser mijarê bi meha Çileyê re zêde bûn. Mijdar bi taybetî kete rojeva Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) û rûniştinên Parlamenta Ewropayê yên mehên Çile û Sibatê.
Li MPKE'yê bi pêşengiya Çep a Ewropayê ya Yekbûyî (GÛE) û li PE'yê jî bi pêşengiya komên Çep Kes a Bakur û Çepa Yekbûyî ya Ewropayê (GÛE/NGL) bi dehan parlamenter yekser xwedî li grevên birçîbûnê derketin. Di rûniştinên MPKE'yê de 21'ê Çileyê gelek parlamenteran wêneyên Leyla Guven hildan û xwestin tecrîd bi dawî bibe. Bi bandora hewldanên dîplomasiyê yên li rûniştinên MPKE'yê, yekemcar di pêşnûme biryarekê de navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nivîsandin û daxwaza rakirina tecrîdê hate kirin.
Polat li ser vê biryarê got, "Di 20 salên komploya navneteweyî de yekemcar navê Rêberê Gelê Kurd hate bilêvkirin û biryarek bi vî rengî hate girtin. Ev yek gaveke gelekî girîng bû."
TEVÎ HELWESTA 'DURÛ' PIŞTGIRIYA LI PARLAMENTA EWROPAYÊ ZÊDE DIBE
15'ê Çileyê di rûniştinên PE'yê de gelek parlamenter li hev civiyan ku di nav de parlamentera Îngilîz Jûlîe Ward, Parlamentera Îrlanda Bakur Martîna Anderson û Parlamenterê Qibrisê Takîs Hadjîgeorgîo jî hebûn, li ber tecrîdê rabûn.
Li nava PE'yê pankarta ji bo azadiya Ocalan hate hildan û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û PE'yê hate kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Heman rojê li PE'yê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hatibû dayin û bang li welatên Ewropayê hatibû kirin ku helwestek alîgirê aştiyê nîşan bidin û li dijî tecrîdê derkevin.
WÊ GIRANIYÊ BIDIN SER BICIHANÎNA BIRYARA MPKE'YÊ
Agît Polat diyar kir ku ya girîng ew e ku biryara MPKE'yê bi cih were anîn û got, "Di vê mijarê de me li Konseya Ewropayê hevdîtin kirin. Herî dawî Sekreteriya Giştî bersiv da û diyar kir ku ji bo bicihanîna biryarê danûstandinên wan ên bi Tirkiyeyê re dewam dikin."
Polat ragihand, daxuyaniyên li ser bicihanîna biryara li dijî tecrîdê ji bo wan têrker nînin û got, "Ji ber ku ya heyî, tecrîdkirina rêberê gelekî ye. Her wiha li Kurdistanê jî şer heye."
Polat diyar kir, di dema bê de wê giraniyê bidin ser bicihanîna biryara MPKE'yê.
CPT DIVÊ DI ÇARÇOVEYA PEYMANAN DE BI BERPIRSYARIYA XWE RABE
Polat helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) rexne kir û anî ziman, di hevdîtinên heta niha de bersivên ji wan re hatine dayin dûrî cidiyetê ne.
Polat ragihand, ew tiştekî zêde ji CPT naxwazin û got, "Em dixwazin di çarçoveya peyman û qanûnên xwe de bi berpirsyariya xwe rabe û her carê em vê yekê tînin bîra wan."
'BIRYARDARÎ CPT'YÊ DITIRSÎNE'
Polat da xuyakirin, biryardariya berxwedêrên greva birçîbûnê berpirsyariya CPT zêdetir dike, lewma CPT ditirse û got, "Ji ber ku zanin para wan a di berpirsyariya tecrîdê de çi ye. Ev yek wan ditirsîne. Tevî ku ji me re nebêjin an jî li ser mijarê daxuyaniyan nedin jî zanin ku ev rewş çiqasî bi wan ve girêdayî ye û xwe ji vê çalakiya bi biryar vedigirin."
ZÊDEYÎ 200 HEVDÎTIN BI SAZIYAN RE HATE KIRIN
Li gorî agahiyên ji aliyê Agît Polat ve hatin dayin, heta roja 66'an a greva birçîbûnê tevî hevdîtinên bi rayedarên PE, KE û CPTê, tenê li Strasboûrgê zêdeyî 200 hevdîtin hatine kirin. Di vê çarçoveyê de bi parlamenteran, rayedarên KE û CPT, doktoran, rewşenbîran, nûnerên partiyên siyasî, rayedarên dêr û saziyên civakî yên sivîl re hevdîtin hatin kirin.
KETE ROJEVA PARLAMENTÊN NETEWEYÎ Û HIKUMETAN
Ji bilî Elmanya û Fransayê, parlamenterên Swêd, Danîmarka û Hollandayê mijarên tecrîd û grevên birçîbûnê xistin rojeva parlamentên xwe. Partiya Çep a Elmanyayê (Dîe Lînke) di vê mijarê de bi berpirsyarî rabû û bi rêya Meclîsa Federal mijar ji hikumetê pirsî. Di bersiva hikumetê de hate destnîşankirin ku divê Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne. Lê belê tevî vê yekê jî heta niha ti gav neavêtiye.
Heta niha bi dehan parlamenter û rêveberên herêmî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirine û piştgirî dane wan.
PIŞTGIRIYA HERÎ XURT JI FRANSAYÊ HAT
Lîderê partiya Fransa ya Serî Natewîne (France Însoûmîse) Jean-Lûc Mêlenchon ku di hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2017'an de 20 ji sedî yê dengan stend, nirxandineke xurt kir û ragihand ku Kurd hevalbendê wan e. Mêlenchon 24'ê Çileyê li Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Neteweyî berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven xiste rojevê û diyar kir, bi îlankirina PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' nebaşî li Kurdan tê kirin.
Mêlenchon got, "Ji bilî zilmê ti polîtîkayeke dewleta Tirk a li ser Kurdan nîne. Cihê kêfxweşiyê ye ku xwe (Kurd) diparêzin. Bi dehan salan e xwe diparêzin. PKK tifaqa me ye. Ji ber ku çekê li dijî DAÎŞ'ê bi kar tînin. Rêxistineke terorîst nîne, rêxistineke ku şer dike." Mêlenchon ji bo dewleta Tirk jî gotibû, 'dîktatoriyeke' namerdî.
Ji France Însoûmîse gelek parlamenter ya serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin ya jî bi xwe çûn Amedê û piştgirî dan berxwedana li dijî tecrîdê.
Wekî din bi pêşengiya Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bi dehan parlamenterî deklarasyonek piştgiriyê ji bo erxwedanê weşandin. Hefteya bihurî jî 41 parlamenterên li Meclîsa Neteweyî û Senatoyê mohra xwe danîn binê kampanyayeke îmzeyan û bang li hikumeta Emmanûel Macron kirin ku di berxwedana dijî tecrîdê û mijara Rojava de Kurdan bi tenê nehêlin.
Her wiha komek ji parlamenterên çep û rastgir nameyek ji Wezîrê Karên Derve Jean-Yves Le Drîan re nivîsandin û jê xwestin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan zextê bike.
Parlamenterên mohra xwe danîn binê nameyê wiha ne: Jean-Christophe Lagarde(UDI Meclis Grup Başkanı), Eric Coquerel (FI), Jean-Félix Acquaviva (Korsika-LT), Elsa Faucillon (PCF), Meyer Habib (UDI), Paul Molac (Bretagne-LT), Jean-Paul Lecoq (PCF), François Pupponi (Korsika-LT).
ÊLEK ZER LI DIJÎ KOMPLOYÊ Û TECRÎDÊ BI KURDAN RE NE
Ji destpêka grevên birçîbûnê ve ji bilî partiyên siyasî piştgiriya herî girîng ji Tevgera Êlek Zeran hat ku bi mehan e ji bo edaleta civakî-aborî li qadan e. Êlek Zer 16'ê Sibatê tevlî çalakiya Kurdan a li Strasboûrgê ya li dijî komployê bûn.
Berpirsyarê Dîplomasiyê yê CDK-F'ê Agît Polat diyar kir, tevî ku li asta welatan li dijî Tirkiyeyê hîn biryareke berbiçav derneketiye jî, hewldanên girîng hatine kirin.
HEDEF EV E KU HIKUMET BERPIRSYARIYÊ BISTÎNIN
Polat diyar kir ku di vê qonaxê de hedefa wan ev e ku Fransa di serî de hikumetên welatên Ewropayê nêziktêdayîneke teqez bidin nîşandan û got ku “Hewldanên me li ser vî tiştî hene.Em dixwazin hikumet berpirsyariyan bistînin. Ji ber ku em ketine qonaxeke hesas. Leyla Guven di serî de, rewşa çalakgeran hatiye asta krîtîk. Em hewl didin ji bo rakirina tecrîdê biryarê bi dewleta Tirk bidin stendin.”
DELEGASYONA NAVNETEWEYÎ YA ÎMRALIYÊ KETIYE DEWRÊ
Qada berxwedana li dijî tecrîdê roj bi roj zêde dibe. Wezîrê Karê Navxweyî yê berê yê Îzlandayê û Wezîrê Edaletê Ogmûndur Jonasson jî di nav de Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî kete dewrê. Di nav delegasyonê de gelek akademîsyen, hunermend, hiqûqnas, sendîkavan, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan hene.
Endamên delegasyonê di navbera 11-16’ê Sibatê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek hevdîtin kirin hê jî li benda bersiva Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê ne. Wezîrê berê yê di heyetê de Ogmûndûr Jonasson diyar kiribû ji bo rakirina tecrîdê wê hewldanên wan zêdetir bibe.
KAMPANYA ZÊDETIR DIBIN
Dîplomasiya ji bo berxwedana grevên birçîbûnê bêtir di warê partiyên siyasî û saziyan de didome. Di rojên pêş de jî wê kampanyayên ku raya giştî ya Ewropayê têxe nav hewldanan, wê werin kirin.
Di 2’ê Adarê de bi çalakiyeke mezin a ku ew ê dostên Kurdan ên li Fransayê jî tevlê bibin, wê bangeke yekser ji hikumeta Fransayê re were kirin. Li gorî CDK-F’yê wê ev çalakî bi pêşengiya gelê Fransayê were lidarxistin.
Derbarê çalakiyê de Egîd Polat got ku, “Di vî warî de em li bendê ne ku dostên me yên Fransayê, siyasetmedar, parlementer, senator û partiyên siyasî tevlî vê çalakiyê bibin.”
Polat got ku, “Amadekariyeke me heye. Ji bo grevên birçîbûnê xebateke me ya kampanyaya îmzeyan heye. Di hefteya pêş me de, em ê eşkere bikin. Heta niha ji ser siyasetmedaran me xebata xwe domand, niha jî bi pêşengên civakan, em ê xebatekê bikin.”
WÊ NE BI TENÊ LI FRANSA Û EWROPAYÊ BE
Egîd Polat diyar kir ku ev xebatên wan ne bi tenê li Fransa û Ewropayê ye û got ku, “Me bi gelek welatên Ewropayê hevdîtin pêk anî. Heta bi Emerîkaya Latîn me hin hevdîtin kir. Di vî warî de xebatên me yên dîplomasiyê didomin.
Heta niha bi çalakiyan, astek hatiye bidestxistin. Ev bihistyarî di çapemeniya Ewropayê de jî cih girt. Çapemeniya Ewropayê bi awayekî cîddî li ser salvegera 20’emîn a dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekinî. Çarçoveya van xebatên me, wê roj bi roj zêde bibe û em bawer in em ê piştgiriyeke mezin a raya giştî bi dest bixin.”
Beşa piştre: Peyamên berxwedêran a ji bo saziyên Ewropayê, gel û partiyên din ên Kurdistanê.