EMEP: Bi ruhê serhildanê dakevin qadên 1'ê Mijdarê

EMEP: Bi ruhê serhildanê dakevin qadên 1'ê Mijdarê

Rêxistina EMEP a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang kir, ku bi ruhê serhildanê beşdarî li çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bê kirin.

Partiya Kedê (EMEP) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di roja 1’ê Mijarê de piştevanî bê mezinkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Kobanê ev 47 roj in li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dide û hat gotin ku di 1’ê Mijdarê de li gelek welatên cîhanê bi banga rewşenbîran ji bo Kobanê çalakî pêk tên. EMEP’ê da zanîn ku berxwenda Kobanê ne tenê ya Kurdan hêviya hemû gelên mazlum ya bindeste.

EMEP’ê da zanîn ku bi vê wesîleyê bang li hemû karker-kedkar û hêzên gelan dikin ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê de bi ruhê serhildanê têkoşîna hevpar a gelan were mezinkirin.