'Em ji hilbijartinê re amade ne, em ê careke din bi ser bikevin'

Endam û rêveberên HDP'ê çend roj beriya hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê li hev civiyan û diyar kirin, ew ji hilbijartinên 23'ê Hezîranê yên Stenbolê re amade ne û wê careke din bi ser bikevin.

Li Bagcilarê ku sêyemîn navçeya herî mezin a Stenbolê, ji bo ewlekariya sindoqên dengdanê gelek çalakî pêk tên. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê ewlekariya sindoqên dengdanê de li navçeyan hemûyan civîn pêk anî. Endam û rêveberên HDP'ê yên li Bagcilarê der barê ewlekariya sindoqên dengdanê û hilbijartinê ji ajansa me re axivîn.

Bûrhan Tacar ku dibêje nêzî 20 sal in li Bagcilarê ye, destnîşan dike ku di hilbijartinên Yekşemê de Ekrem Îmamoglû wê bi dengekî bilind careke din bi ser bikeve. Tacar diyar kir, her kesî helwesta HDP'ê ya di hilbijartinê de dît û got, "Me hêza HDP'ê beriya niha nîşan dan, em ê vê carê jî nîşan bidin. Bila her kes bi vê zanibe. Di vê hilbijartinê de her kesî hêza Kurdan dît.

Hêza Kurdan a li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Edene û Mersînê hate fêhmkirin. Her kesî fêhm kir. Dewletê jî fêhm kir. Kes nikare Kurdan li vî welatî ji nedîtî ve bê. Bila her kes bi vê zanibe. Hilbijêran bi rengê herî xweş ev yek nîşan dan. Hiştina Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê bahane ye. Gelek Demîrtaş hene li derve."

DIVÊ CIWAN LI BER SINDOQÊN DENGDANÊ BIN

Mûstafa Ûgûrlû anî ziman, endamên malbata wî hemû li ber sindoqên dengdanê wezîfedar in û got, "Ez HDP'iyek im, mîna hilbijartina din di vê hilbijartinê de jî ez ê dengê xwe bidim Ekrem Îmamoglû. Her kes baş zane ku hilbijartin çima hatiye betalkirin. Belasebep betal kirin. Ji ber ku bi ser neketin betal kirin. Hinceteke xwe ya xurt tine bû."

Azad Avci jî diyar kir, wê li ber sindoqên dengdanê wezîfedar be û bang li ciwanan kir ku ji bo ewlekariya sindoqên dengdanê wezîfeyê hildin ser milê xwe.

Mûzaffer Çîfçî jî got, "HDP ne partiyeke ku mûxtacî kesî be" û der barê stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê got, "HDP ne mûxtacî Îmamoglû ye ne jî Yildirim e. HDP li dijî vê rejîmê tevlî hilbijartinê dibe. Em ê vê carê jî sîstemê têk bibin."