'Em daxwaza azadiyê ya gelê xwe bi statuyê tacîdar bikin'

Girtiyên li girtîgeha Kandirayê ku 66 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin, "Em êdî daxwaza azadiyê ya gelê xwe bi statuyê misoger bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em amade ne bidin."

Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve dest pê kir, di demeke kin de li girtîhan û çar aliyên dinyayê belav bû. Li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandira ya Kocaeliyê Nejla Atak, Ûmût Çamlibel, Îbrahîm Kaya, Yûsûf Başaran, Ridvan Guven û Guven Sûvarîogûllari ji 16'ê Kanûnê ve, Sebahat Tûncel û Selma Irmak jî ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne.

Guven Sûvarîogûllari bi navê girtiyên di grevê de ne nameyek li ser armanca çalakiya xwe şand.

Di nameyê de wiha tê gotin, "Neteweya me di pêvajoyeke giran de ye. 4-5 salên li pêşiya me zor û zehmet in. Lê divê em li her qadê xwe li gorî vê amade bikin. Em êdî daxwaza azadiyê ya gelê xwe tacîdar bikin. Di sala nû de em statuya gelê xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê berdêla xwe çi dibe bila bibe em amade ne bidin. Pêwîste bi vî rengî nêzî vê demê bibin. Em zanin ku kes azadiyê nade kesî, mirov eger têbikoşe dikare bi dest bixe."

Di nameyê de hate bibîrxistin ku bi şiyara 'Tecrîdê têk bibe, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike' wan dest bi berxwedaneke mezin a azadiyê kirine û hate gotin, "Me bi vê bîr û biryardariyê dest bi sala nû kir. Bêguman bi vê berxwedanê re gelek rastî derketin holê. Di vê berxwedana bi pêşengiya jinê de ya ji bo azadiya Rêberê me, serketin misoger e."

Herî dawî hate destnîşankirin ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe berxwedana wan wê bidome û hate gotin, "Ji bo serketinê em xwedî mîrateyeke ji 46 salan e. Ev rastî ji bo serketinê têrê dike." Di dawiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hemû û gelê welatparêz hatin silavkirin.