Elmanyayê mukur hat: Em bi MÎT'ê re der barê PKK'ê de axivîn
Elmanyayê mukur hat: Em bi MÎT'ê re der barê PKK'ê de axivîn
Elmanyayê mukur hat: Em bi MÎT'ê re der barê PKK'ê de axivîn
Derket holê di meha Gulanê de polîsê Elman bi îstîxbarata Tirkiyeyê re civîneke du rojan pêk aniye. Hikûmeta federal a bersiv da pêşniyar pirsa Partiya Çep diyar kir, ku yek ji mijarên di civînê de hatiye axivîn PKK ye. Balkêş e di civînê de li ser navê Tirkiyeyê MÎT û ji Elmanyayê jî tevî polîsê krîmînal rayedarên ji dozgeriya federal jî amade bûn.
Hikûmeta Federa li ser pêşniyar pirsa Partiya Çep ragihand ku li bajarê Konigswinter, di navebera 13'ê Gulan-14'ê Gulanê de bi beşdariya îstîxbarata Tirk û polîs-rayedarên dozgeriya Elman, civînek hatiye lidarxistin. Hat diyarkirin ku di civîna bi navê "Di mijara sûcên siyasî de piştevanî" de li ser navê Elmanya Daîreya Sûc a Federal (BKA), Beşa Sûcên Organîze ya Midûrietya Emniyetê û rayedarên Daîreya Edaletê ya Federal û Dozgeriya Federal, amade bûn.
Hat diyakirin ku di civînê de "Îstîxbarata Tirk encamên bûyerên Parka Gezî, aliyê Elman jî tecrûbeyên xwe yên li ser destwerdana li bûyerên civakî yên xwedî meyda tundiyê vegotine". Hat ragihandin ku aliyê Tirk gumanên xwe yên li ser alîkariya organîzasyonên derveyî dewletê yên ji Elmanya ji bo Sûriyeyê hatine şandin, bilêv kirine.
"DI CIVÎNÊ DE PKK HAT NIRXANDIN"
Hat hînbûn ku di civînê de di bin sernavê "terora cihêxwaz" de PKK û di bin sernavê "terora çep" de DHKP-C hatine nrixandin. Lê belê hikûmeta federal di bersiva xwe de li ser vê mijarê agahiyên berfireh neda. Hat diyarkirin ku di bin sernavê "terorîzma bi bikaranîna ol" de, rewşa ciwanên di ser Tirkiyeyê re ji Elmanyayê ji bo tevlîbûna li nav komên radîkal derbasî Sûriyeyê dibin, hat nirxandin.
MÛXATABÊ BKA MÎT E?
Pêşniyar pirsa bi pêşengiya parlamenter Ûlla Jelpke, Sevîm Dadgelen û Dr. Dîeter Dehm hat amadekirin bi îmzeya Serokê Koma Partiya Çep Gregor Gysi hat dayîn. Ji Partiya Çep Jelpke bersiva hikûmetê nirxand û bi awayekî tund rexne kir ku Daîreya Sûc a Federal a Elman bi îstîxbarata Tirk re ewqasî di asteke gelekî 'nêzî hev de' tevdigere.
Jelpke da zanîn ku hevdîtineke di vê astê de bi hêzên ewlekariya Tirk ên di bûyerên civakî de her şêweyê tundiyê bikar tîne de nayê qebûlkirin.
Parlamentera Elman her wiha destnîşan kir ku nirxandina PKK'ê di bin sernavê "terora cihêxwaz" de rewşeke "beredayî" ye û nêrîna xwe ya di vê mijarê de wiha anî ziman: "PKK rêxistineke gerîla ye û nêrînên xwe yên cihêxwaziyê jî zûdeyî terikandiye. Diyare ku BKA di vê mijarê de naxwaze ji dewleta Tirk cuda bifikire."