Elmanya wê parçeyên keştiyên binderyayê bifiroşe Tirkiyeyê

Hikumeta Elman destûr da ku parçeyên ji bo çêkirina keştiyên binderyayê têne bikaranîn bifiroşe Tirkiyeyê.

Di bersivekê de ku dane parlamentera Partiya Çepgir Sevîm Dagdelen, li vê rastiyê mikur hatin.

Li gorî nûçeya saziya medyayê ya Elman DW’yê, di bersiva Wezareya Aboriyê ya Elman de hatiye gotin hikûmeta Elman par hinardekirina parçeyên ji bo çêkirina binzeryayiyên keştiyên şer ên Tirk, ên şîrketa hilberîna pola TyyssenKruppê pejirandiye. ThyssenKrupp yek ji şîrketa herî mezin a hilberîna pola ye.

Di bersiva wezaretê de derkete holê ku hikûmeta Elman 2017’an destûr daye ku cîhazên zextpîvan, parçeyên detektorên bin avê û cihana guhdarîkirinê ya binzeryayî û qebloyên ji bo ku pergala xilaskirina jiyanê, ji bo Tirkiyê werin îxrackirin.

Bi hinardekrina parçeyên şîrketa Pergala ThyssenKrupp a Elman (TKMS) pêşbîniya wê tê kirin binzeryayiyên keştiyên şer ên Tirk werin çêkirin. TKMS ji bo çêkirina binzeryayiyan 2009’an destûr standibû.

Li gorî bersiva wezaretê salên 2015, 2016, 2017’an dest bi çêkirina binzeryayiyan bikin. Tê gotin hikûmeta Elman sala 2011’an mîsogerkirina hinardekirin bi nirxê 2 milyar û 500 milyon euroyî daye ser mile xwe.

Parlamentera Partiya Çepgir li ser destûrdanê ya hikûmeta Elman a ‘’domdarkirina çekdarkirina komkeştiyên Tirk’’ got, ‘’ev bêberpirsyarî ye’’.

Dagdelen got, ‘’Çekên ku ji hêla Elmanya ve têne hinardekirin û çêkirina wan li Tirkiyê temam dibin, bi rengê binzeryayiyên leşkerî ji hêla Tirkiyê ve li Behraspî bi çarçoweya politikaya êrîşkar dikarin werin bikaranîn.’’

Hikûmeta Elman di şerê dijî Kurdan de ya dewleta Tirk tim dibe navenda helwestên hişk. Di wan deman de ku şer û zext pir giran e teknolojiya leşkerî ya ku Elmanya dide Tirkiyê dibe sedema helwestên tund. Herî dawî dema ku dewleta Tirk 20’ê Çile li dijî Efrînê êrîşên dagirker dabû destpêkirin, diyar bûbû ku hevkariya leşkerî û aborî ya Elman a bi Tirkan re didome. Di şerê dijî Kurdan de, di serî de tang, ji bo ku çekên Elman hatin bikaranîn, li tevahiya welêt çalakiyên protestoyî bûbûn. Armanca van çalakiyan ew bû ku firotina çekan a ji bo Tirkiyê were rawestandin.