Elmanya wê alîgirên DAIŞ bi nasnameya taybet qeyd bike!
Elmanya wê alîgirên DAIŞ bi nasnameya taybet qeyd bike!
Elmanya wê alîgirên DAIŞ bi nasnameya taybet qeyd bike!
Elmanya ya ji aliyê DAIŞ ve gef lê hat xwarin, plana xwe ya astengkirina êrîşên terorîstî û tevlîbûna DAIŞ’ê aşkera kir. Wezîrê Hundir Thomas de Maîzîere diyar kir wê nasnameyên kesên alîgirê DAIŞ jê bigirin û li cihê wê nasnameyeke taybet a bi nivîsa “Destûra ev kes welat terk bike nîne” bê dayîn.
Elmanya ya tehdîta DAIŞ direng ferq kir, li hemberî vê koma çeteyan a yek ji rêxistinên terorîstan a herî bi talûke ya di dinyayê de ye ewlehiyên xwe digire. Çeteyên DAIŞ 3’ê Tebaxa 2014’an piştî komkujiyên li Şengal û derdorê wê pêk anîn, Elmanya meha buhrî DAIŞ bi fermî qedexe kir.
Wezîrê Hundir Thomas de Maîzîere ku îro li Berlînê civînek çapemeniyê pêk anî wiha got: “Ez dizanim hêza me ya astengkirina hemû ketin-derketinan nîne, lê tişta ji destê me were em ê bikin.”
QEDEXEYA ELMANYA YA DAIŞ!
DAIŞ a Elmanya bi fermî di 12’ê Îlona 2014’an vir ve qedexe kir ji ber biryarek dadgehê nîne hîna jêre negotiye rêxistina terorîst. Lê qedexeya li Elmanyayê di meriyete de ye, nuqteyên der barê DAIŞ de digire nava xwe ev in:
-Di medyaya civakî, xwepêşandan û ji raya giştî re vekirî bikaranîna sembolên DAIŞ qedexe ne.
-Ji bo DAIŞ alîkarî û propagandakirin, sembolên wan hildan û xebatên alîkarîdayînê qedexe ne.
-Ji bo DAIŞ pere û alav, bi taybet ji bo şer kes komkirin, ev wê weke her cure sûcê li hemberî qedexeyê hatiye kirin bê hesibandin.