Elmanya û Fransa îro ji bo Kobanê li ser piyane
Elmanya û Fransa îro ji bo Kobanê li ser piyane
Elmanya û Fransa îro ji bo Kobanê li ser piyane
Kurdên li Ewropayê dijîn bi armanca ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê şermezar bikin û wê rabin ser piyan. Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi armanca piştevaniya bi Kobanê re banga mudaxaleya lezgîn li welatên Rojava bê kirin.
Di çarçoveya çalakiyên piştevaniya bi Kobanê re, li bajarê Berlîn, Kassel, Dusseldor û Erfurt a Elmanyayê û bajarê Parîs, Strasbourg û Mulhouse ya Fransayê dê meş û mîtîng pêk bên.
Cih û saetên çalakiyên ji bo Kobanê pêk bên wiha ne:
ELMANYA
Li Berlînê saet di 16’an de li U-Bahn Wittenberg Platz wê destpê bike û piştî meşê wê mîtîng pêk bê.
Li Kasselê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk, Tevgera Aştiya Kasselê, YXK û Partiya Çep ve dê mîtîng saet di 13.30’an de li Holländischer Platz pêk bê.
Li bajarê Dusseldorfê ji bo meş û mîtînga ku pêk tê girse wê ji ber îstasyona trena navendê saet di 14’an de bên cem hev û dest b meşê bikin. Çalakiya li Dusseldorfê pêk tê jî ji Bonn, Wuppertal, Essen, Koln, Dortmund, Bielefeld, Munster, Hagen, Duren, Aachen û Leverkusen Kurd tevlî bibin.
Li Erfurt jî ji bo Kobanê meş wê saet di 13:30’an de li Gara Tirînê ya Navendê (Hauptbahnhof) destpê bike.
Li Frankfurtê jî saet di 16’an de li Romerplatz dê meşek pêk bê.
FRANSA
Li Parîsê Kurd duh êvarê li ber parlamentoyê di çalakiyê de bûn û îro jî wê çalakiya xwe bidomînin.
Li bajarê Strasbourgê ev 3 roje çalakiya kon berdewam dikir û wê meşeke ku ji herêma Alsace û Lorraîne û bajarê Kehl û Offenburgê ya Elmanyayê Kurd tevlî dibin pêk bê. Meşa ku jinên Kurd pêşengiya wê dike wê saet di 17’an de li Place Kleber destpê bike.
Li aliyê din jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Muhouse û 12 saziyên din bi meşekê wê piştgiriyê bidin Kobanê. Meşa ku îro saet di 15’an de li Parc Salvatore destpê bike û li ber Walitiyê bi daxuyaniyekê bê bi dawîkirin saziyên wekê ATIK, ACOTT, CCK, AKM, MAISON DES PEUPLE, DIDF, AVEC-KOM û saziyên Fransî PCF, NPA, LDH û ALTERNATIFS wê tevlî bibe.
Li Mezt jî dê penalek pêk bê û dê ji saziyên Kurd, çepa Tirk û Elewî nûner tevlî bibin.