Elmanya têkilî hevkarê tetîkêş Guney agahî neda

Wezareta Navxwe ya Elmanya bersiv neda pirsên Partiya Çepgir ên têkilî hevkarê tetîkeşê komkujiya Omer Guney, Rûhî Semen.

9'ê Çile ya 2013'an li paytexta Fransayê Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin qetilkirin. Tetîkêş Omer Guney 17'ê Kanûna 2016'an li Fransayê li girtîgeha ku lê dima bi rengekî guman li ser heyî mir, hevkarê Guney ê li Elmanayê Rûhî Semen bi temamî nehate ronîkirin, bi ser de hê lêpirsîn jî li ser nehatiye vekirin.

Beriya bi çend rojan wekîlê Partiya Çepgir Gokay Akbulut têkilî Rûhî Semen ku yek ji hevalê nêz ê Omer Gunet bû û tekane kes bû ku li girtîgehê serdana Guney kirî, pirsnameyek da meclîsê. Akbulut pirsî bê ka têkilî hewldana revandina ji girtîgehê ya Omer Guney û rola wî di komkujiya Parîsê de agahiya yekîneyên ewlehiyê yên Elman heye yan na.

Her wiha di pirsanmeyê de hate gotin bê ka bi daxwaza Fransayê îfadeya Ruhî Semen li Almanya hatiye girtin an na, dozek lê hatiye vekiririn an na. Wezareta Karê Navxwe ya Elman bersiv da pirsan. Wezaretê di bersivê de got, ''Agahiyên şexsî nikarin werin parvekirin.''

Wezaretê her wiha got, ''Li destê Hikûmeta Federal derheqê R. S (Rûhî Semen) bê ka tevlî kuştina sala 2013'an bûye yan na ti agahî nîne.'' Lê derkebi3u holê beriya komkujiya 9'ê Çile Omer Guney li Enqerê Semen dîtiye û Semen hewl daye ku Omer Guney ji girtîgehê birevîne.

Wezareta Navxwe bi rengekî zelal bersiv da pirsa, piştî ku Semen serdana Guney kirî û plana revandinê deşîfre bûyî bê ka Fransayê Elmanya agahdar kiriye yan na. Wezaretê got 8'ê Çile ya 2014'an Fransayê derheqê Semen Elmanya agahdar kriiye û got, ''Heta niha xebateke me ya hevkariyê  ya bi Fransayê re pir baş e, agahiyên ku zorê li vê hevkariya me bikin, nayên parvekirin.''

Wezareta Elman her wiha got, ''Agahiyên ku talokeyê bînin ser ewlehiya jiyana kesa nikare were parvekirin'' û agahiyên ku Semen bike hedef û talokeyê bîne ser jiyana wî par ve nekir. Dema 8'ê Çile ya 2014'an ku Wezareta Navxwe behsê dike Semen li girtîgeha serdana Omer Guney dike, 4'ê Çile ya 2014'an hatibû tespîtkirin ku Semen quryetiyê ji MÎT'ê re dike.

Guney plana reva ji girtîgehê bi nîşeyekê dabû Semen, yekîneyên ewlehiyê yên Fransî ev deşîfre kiribû. Rûhî Semen ku dewleta Elman lêpirsîna wî nekirî piştre çûbû Tirkiyê. Semen piştî bi salan dîsa vegeriya Elmanya, li DÎTÎB'ê ku weke şûbeya MÎT'ê dixebite, xebatên xwe didomîne.

Wekîlê Partiya Çepgir Gokay Akbulut bersiva hikûmeta Mêrkêl kêm dît, got ev rûdan bandoreke giran li ser Kurdên Elmanya û Ewropayê dike, peywira Elman û Fransa ye ku raya giştî ya Kurd li ser vê mijarê ronî bike.

Gokay her wiha bal kişande ser gotinên Serokê berê yê Îstîxbaratê ya Serekerkaniya Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn, ên têkilî komkujiya Parîsê û got, ''Pekîn eşkere got, ''Divê li Ewropayê suîkast werin kirin''. Li ser vê gotinê di serî de Elmanya û Fransa, welatên Ewropa ji bo ku komkujî û suîkastên weke berê nebin tevdîran bistîne. Ya herî girîng jî bi teqezî divê pêşî li xebatên MÎT'ê yên li Elmanyayê were girtin.''