Heyetên KNK û PJAK'ê hevdîtin kirin

Heyeta KNK'ê di çarçoveya karên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û yekîtiya navbera partiyên siyasî de bi PJAK'ê re hevdîtin kir.

KNK-PJAK

Heyetek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) doh bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re hevdîtinek kir.

Heyeta KNK'ê ya ji Zeynep Mustafa, Dr. Şêrko Heme Emîn, Nesrîn Ahmed û Şoreş Xidir ji aliyê endamên Desteya Rêveberiyê ya PJAK'ê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn, bûyerên dawî, xurtkirina yekîtiya neteweyî û helwesta hevpar a partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê hate nirxandin.