Hevkarê tetîkêş Omer Guney hê li DÎTÎB'ê ye

Derkete holê hevkarê tetîkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney, Rûhî Semen hê jî li DÎTÎB'ê ya ku yek ji saziya girîng a AKP-MHP'ê ya li Elmanyayê ye, çalak e.

Sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çile ya 2013'an li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Tetîkêş Omer Guney ê ku bi helwdana Kurdan hatî girtin, 17'ê Kanûna 2016'an tetîkêş Omer Guney bi rengekî gumanbar li girtîgeha ku lê dima, mir.

Li gel ku di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne jî rola hevkarê Omer Guney ê li Elmanyayê Ruhî Semen hê jî bi temamî nehatiye ronîkirin. Guney, ê ku 2003'yan bi hinceta zewacê hatî Elmanyayê û li bajarokê Bad Tolzê yê Eyaleta Bavyera bi cih bûyî, ji wê demê û wir ve kesê ku herî pir pê re dida û distan Semen bû. Semen, li fabrîkaya bi navê ''Kînshofer GmbH'yê ku Guney heta 2009'an lê dixebitî, serekê hostayê bû, demeke dirêj endamê saziyên dewleta Tirk ên li Elmanyayê û her wiha yek ji wan kesan bû komên rêxistiniya komên nîjatperest ên Tirk ên li Bavyera dikir.

TEKANE KESÊ KU LI GIRTÎGEHÊ SERDANA GUNEY KIRÎ

Ber bi rojên dawî yên sala 2013'an piştî ku nasnameya Guney deşîfre dibe, hevalên kar ên li fabrîkaya ku Guney û Semen lê dixebitît, bal kişandibûn ser têkiliya wan lê ne saziyên Elman û ne jî yên Fransiz derheqê Semen ti lêpirsîn venekiribûn. Bi ser de Semen weke tekane kesê ku serdana Guney kirî derbasî qeydan bûbû.

Rûhî Semen ji Elmanyayê Mijdara 2013'an bi niviskî serî li dadgerê Fransiz daye, ê ku li dosyaya Guney dinerî, diyar kiriye ku ew hevalê gumanbarê kujer e û dixwaze ku wî bibîne, heta wê rojê ku endamên malbatê jî nehatin serdana Guney, dadger dema ku dibîne serdanvanekî wî tê, ev bala dadger dikişîne û bi zanebûn dihêle ku Semen, serdana Guney bike. Piştre Guney nîşeya reva ji girtîgehê ji bo ku bide MÎT'ê dide Semen, ev rewş ji bo baldariya yekîneyên ewlehiyê yên Fransî hatiye dîtin.

PIŞTÎ BI SALAN DÎSA DERKETE HOLÊ

4'ê Çile ya 2014'an bi hevdîtina bi Guney re li gel ku tespît bûye ku quryetî ji MÎT'ê re kiriye jî Rûhî Semen ku ji hêla yekîneyên polîs û saziyên darazên Elman ve rapirsîna wî nehatî kirin diçe Tirkiyê.  Li gorî lêkolîna ku ANF'ê ji ber salvgera komkujiya 9'ê Çile kirî, Semen piştî bi salan vedigere Elmanyayê, li DÎTÎB'ê ya ku weke şûbeya MÎT'ê dixebite, xebatên xwe ji cihê mayî didomîne.

Semen gelek salan li mizgeft û komeleya DÎTÎB'ê ya li Mîesbachê çalak bû. Jixwe du bajarokên ku Omer Guney li Bavyera lê dijiya Bad Tolz û Schlîersee bi ser Mîesbachê ve ne. Di wêneyekî de ku ANF bi dest xistiye, ku wêne yê havîna 2013'an e, di keresekê de ku DÎTÎB'ê organîze kiriye, Semen li gel rêveberkî DÎTÎB'ê xuya dike. Di wêneyê de diyar dibe ku têkiliya du kesan pir xweş e, derkete holê, Seman havîna 2020'an piştî ku vedigere Tirkiyê piştre dîsa li DÎTÎB'ê çalak dibe.

RÊVEBERÊ KLÛBA KU GUNEY LÊ DIXEBITÎ

Semen li ser torên civakî bi navê ''DÎTÎB Mîesbach'ê gelek tiştan par ve dike. Semen ku bi DÎTÎB'ê re sînordar namîne, di klûba sporê de ya bi navê ''Turkspor Hausham'' ku nîjatperestên Tirk di nav de ne, rêveberiyê didomîne. Omer Guney ê tetîkêş 2009'an piştî ku ji fabrîkaya ku lê dixebite vediqete, ji 2011'an û pê de ku li Parîsê bi cih dibe li komeleya klûba navborî xebitî bû. Jixwe  adrêsa dawî ku Guney lê dima bajarokê Schlîersee bi qasî 3 km dûrî klûba Turksporê bû.

Tê texmînkirin Guney dema ku li vê klûbê dixebite ji hêla Rûhî Semen û endamên din ên MÎT'ê ve ji bo ku suîkastê li siyasetmedarên Kurd bikin hatine perwerdekirin. Piştre hikûmeta Elman ku bersiv dayî pirsnameya Partiya Çepgir, gotibû Guney du caran ketibû ber kontrola polîsan. 

ELMANYA GARANTÎ DAYE SEMEN?

Yekîneyên ewlehiyê ku hewceyî pê nedîtin lêpirsînê li ser Guney vekin û bişopînin vê carê jî balkêş e ku çavê xwe li Rûhî Semen digirin.  Li gel ku têkiliyên wî yên bi Guney re hatine belgekirin jî û li gel doza ku li Fransayê didome jî piştî bi 6 salan vegera wî ya li Elamnyayê, bi îhtîmaleke zêde garantî danê ku wê lêpirsîn lê neyê vekirin. Tê diyarkirin desthilata AKP-MHP'ê Semen dibe ku ji bo karên taybet şandibin Elmanyayê.

Ji ber ku DÎTÎB( Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karê Diyanetê) ku bi 900 mizgefên li Elamyayê bi ser diyaneta Tirk ve dixebite, yek ji parçeya girîng a îstîxbarta rejîma Erdogan e. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê desthilata Erdogan bi sedema ku endamên Cemeata Gulen in dawî li karê gelek melayan anîbû, rêveber û melayên DÎTÎB'ê van salên dawî bi taybeyî têne hilbijartin û dişînin Elmanyayê. Ji ber ku ji bilî xwedêgiravî xizmeta dînî peywira sereke ya melahyan sîxûrî û propaganda ye.

ÇAVÊ XWE LI XEBATÊN MÎTÊ DIGIRIN

Gelek caran bi belgeyan ispat bû ku DÎTÎB weke saziya îstîxbarî ya rejîma Erdogan dixebite. Ev melayên ku her wiha di saziya Diyanetê ya dewlta Tirk de bi statûya memûran in, agahiyên ku derheqê muxalîfên rejîma Erdogan têne komkirin di ser sefaretxaneyan re an jî di ser Ateşaya Dînî ya efareta Tirk re ya li Berînê didin MÎT'ê. 2017'an piştî ku têkiliya di navbeyna hikûmeta Merkel û rejîma Erdogan de ne xweş bû derheqê 19 peywirdarên DÎTÎB'ê lêpirsîna sîxûriyê hate destpêkirin. Dozgerê federal ê Elman ku di lêpirsînê de gavek bi pêş ve neçû, ser dosyayê girt.

Rêxistiniya MÎT'ê ya li Elmanyayê bÊguman tenê bi DÎTÎB'ê re ne sînordar e. Lingê herî girîng ê derve yê MÎT'ê ku di ser sefaretxane, saziyên lobiyê, komele, benqe û acenteyên geşt û geryanê re rêxistinî dibe, Elmanya ye. Hezîrana bihurî di qenala ZDF'ê de di bernameyeke nûçeyê de ya bi navê ''Zoom''ê xebaten MÎT'a Tirk ên li Elmanyayê bi berfirehî hate nirxndin û hatibû gotin li Elmanyayê 8 hezar kes hene ku girêdayî MÎT'ê dixebitin.