Elmanya propaganda şer a Erdogan ji nedîtî ve tê!

Derket holê, dawiya vê hefteyê mîna li Tirkiyeyê li mizgeftên DÎTÎB'ê yên li Elmanyayê jî, ji bo destek ji dagirkirina Efrînê re were dayin, 'Sûreya Fetîhê' hatiye xwendin.

Piştî ku artêşa Tirk dest bi êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê kir, Serokê Karên Diyaneta Tirk Prof. Dr. Alî Erbaş ferman dabû hemû mizgeftên li Tirkiyeyê ku 'Sûreya Fetîhê' were xwendin.

Derket holê ku fermaneke bi heman rengî ji DÎTÎB'ê re jî şandiye ku 900 mizgeftên vê saziya ji bo MÎT'ê li Elmanyayê dixebite hene. Berpirsyarê Xizmetên Olî Ahmet Fûat Çandir ê li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Berlînê wezîfedar e, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi rengekî vekirî ferman da ku li mizgeftan 'ji bo leşkerên me dia bikin'.

Çadir piştî wextekê ev peyama xwe jê bir. Lê belê mele û wezîfedarên olî yên li mizgeftê gelek bajaran bang kirin û gotin, 'Heta ji destê we bê, ji bo leşkerên me Sûreya Fetîhê bixwînin'.

'DIVÊ DIA JI BO AŞTIYÊ BIN'

Siyasetmedarên Elman nerazîbûn nîşan dan ku rejîma Erdogan bi rêya mizgeftên li Elmanyayê bi rêya Îslamê nîjadperestiyê dike.

Parlamenterê Partiya Keskan Volker Beck ji malpera înternetê ya kovara Der Spîegelê re axivî û diyar kir ku li 'Mala Xwedê' li şûna şer divê ji bo aştiyê dia were kirin. Beck got, "Mirov matmayî dimînin ku siyaseta Elman ewqasî pêşî li ber dewleta Elman vekiriye."

Nerazîbûneke din a bi heman rengî ji aliyê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku partiya Serokwezîr Merkel e, hat.

Alîkarê Serokê Koma CDU Stephan Harbarth ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û got, "Em naxwazin şerekî siyasî ya jî leşkerî yê li welatekî din diqewime bigihêje welatê me." Harbart nerazîbûn nîşan da ku 'Sûreya Fetîh' li mizgeftên DÎTÎB'ê hate xwendin û got, "Rewşeke ecêb e ku li mizgeftên li Elmanyayê ji bo şerê li dijî Kurdan dia bê kirin. Rewşeke bi vî rengî wê aloziya navbera komên etnîkî zêde bike."

Gelek caran bi belgeyan eşkere bûbû ku Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) mîna saziyeke îstîxbaratê ya rejîma Erdogan dixebite.