Elmanya dixwaze Mafê Penaberiyê yê Dêrê asteng bike

Elmanya dixwaze Mafê Penaberiyê yê Dêrê asteng bike

Li Elmanyayê ku hejmara penaberan di salên dawî de gihaşt asta rekorê, dewlet hewl dide mafê dêrê yên ku ji ber gumanên însanî mafê penaberiyê nas dike, asteng bike. 

Li Elmanyayê, ji bilî hin rewşên awarte polîs hewl didin nekevin nav milkên dêran. Li gorî rayedarên dêrê, li gelemperiya welêt li 180 wargehan bi qasî 300 penaberan, ji dêran mafê penaberiyê yê demî wergirtine. Li gorî Daîreya Penaberî û Koçberiyê ya Federal (BAMF) ev hejmar 500 e.

Dîrektorê Giştî yê BAMF'ê Manfred Schmidt, diyar kir ku dêran di demên dawî de mafê penaberiyê daye gelek kesan û îdîa kir ku naskirina vî mafî 'bi berpirsyarî hatiye kirin yan na" mijara nîqaşê ye. Schmidt da xuyakirin ku gelek penaberên xwe li dêrê digirin, ji bo Peymana Dublînê by-pass bikin serî li vê rêbazê didin û dêr sûcdar kir ku ev peyman kiriye mijara nîqaşê. Li gorî  Peymana Dublînê, kesek ji bo mafê penaberiyê serî li welatekî Ewropayê bide, eger berî biencambûna vê dozê serî li welatekî din bide, wê ji welatê ku destpêkê serlêdan kiriye re, bê şandin.

Dîrektorê BAMF'ê ragihand ku hejmara penaberên xwe li dêran girtine zêde bûye û anî ziman ku ev maf ji aliyê giştî ve sîstem kiriye mijara nîqaşê.

Rayedarên dêrê, sûçdariyên BAMF'ê red dikin. Koordînaorê yekîneyê Stephan Theo Reichel ê li Dêra Eyaleta Bavyera, bi pirsgirêkên penaberan re mijûl dibe destnîşan kir ku armanca BAMF'ê astengkirin 'Mafê Xwelêgirtinê ya Dêrê'asteng bike.