Pîr Riza Yagmûr ji Ozgur Polîtîkayê re axivî.
Pîr Riza Yagamûr wiha axivî: ‘’Ev hilbijartin ji bo Elewiyan pir girîng e, naşibe yên berê. Li ber me tarîtiyek heye. Elewî yan wê xwe tevlî wê taritiyê bikin û windabûnê bînin ber çavan, yan jî wê doza teslîmnebûnê ya ji Huseyn-î Kerbalayê ve bidomînin. Ji bo Elewiyan sekna li cem heq, domdarkirina doza heqiyê Kelîme-Î Şehadet e. Hebûna Xwedê wiha ispat dikin. Naxwe Elewî divê hesabê xwe baş bikin.
Em bibêjin Elewiyên Ewropayê dane CHP’ê. CHP bi dengên Elewiyan herî pir 3-5 wekîlan bistîne. Lê HDP bi 13-15 dengên ku HDP, eniya heq û heqîqetê wê hemû projeyên bloka faşîst parçe bike. Wê demê wê bi 90 wekîlî biçe parlamentoyê. Hêdî hêdî mirov wê bi ser xwe ve werin. Li vir Elewî divê baş bifikirin.
Niha ji Kafkasan, ji vir û wir hemû sêwertalên ku dane hev, lîderên wan li Stenbol û Enqerê dimînin. Van, ku roja wê hat, ji bo ku qira Ermenan bînin dihilînin. Naxwe Elewî divê wiha bifikirin; kî teslîmî hêzê nebe mirov li cem wan be.
DU RÊ HENE
Niha Serokwezîr an jî Serokkomarê Tirk ji bo Filîstînê dibêjin, komkujî. Lê tu 10 caran zêdetirî vê dikî. Tu jê xirabtir dikî. Te bajar bi ser serê me de hilweşandin. Di jêrzemînan de te zarok kuştin. Te miriyên min li naverasta kuçeyan hiştin, li dinyayê mînaka vê tine. Ji ku Elewî ji vê rewşê xilas bibin, divê Kurd, sosyalîst, kedkar hêza xwe bikin yek, li dijî vê eniya şer divê rawestin. Ne sê rê hene, du rê heen. Yek jê eniya şer e. Dibêjin ‘Tifaqa Millet’’ ew jî ne tifaqa milet e, ew eniya şer e. Dema ku ketin Efrînê van hemûyan bi hev re li dahol û zirnê dan. Eniya şer heye û eniya heq. Divê eniya Elewiyan eniya heqiyê be. Ez dibêm qey Elewî wê guh bidin vî dengî. Baweriya wan wiha ye. Ez bawer dikim.
DEMÎRTAŞ ÊSÎR E
Demîrtaş ne bi dozeke hiqûqî girtî ye, tenê êsîr e. Ji bo ku heqîqet, yên li ser heqiyê parastine êsîr digirin. Di baweriya Elewiyan de Dîwana Berz wijdan e. Ji bo vê jî di rewşa hilbijartinê de, mexdûrê herî mezin, mazlum, ê herî li ser rêya heqiyê Demîrtaş e. Ji bo vê jî kenê li ser rûyê wî teqez wê bandora xwe li ser wijdana Elewiyan bike. Divê Eleqî dengê xwe bidin Demîrtaş.
DIVÊ EM JI ENIYA ŞER RIZGAR BIBIN
Yek deng jî bi qîmet e. Heta niha di hilbijartinan de xwedêgigravî kesên ku ji xwe re pêşverû dibêjin naçin ser sendoqê. Ev nakokiyek e. Ji bo kesên ku ji xwe re rewşenbîr, demokrat, pêşverû, çepgir dibêjin, ti hincet tine. Divê biçin ser sendoqê. Divê dengekî vala bernedin ji bo ku ji vê eniya şer xilas bibin. Heke em ji eniya şer xilas bibin, civakên li wir wê bi dil bibin birayên hev. Ji bo vê jî li dijî eniya şer divê Elewî dengê xwe bidin HDP’ê.
Ne tenê li Ewropayê, li welêt jî xebatên me didomin. Ên li Ewropayê yek bi yek divê li yên welêt bigerin, tê ser tatîlê jî. Ne luksa ti kesî ye ku neçe ser sendoqê. Ji bo vê jî bi rêjeyeke herî bilind a dîrokî divê eniya me biçe ser sendoqê. Di vê mijarê de çi ji destê me tê divê em jî bikin.
Herî dawî ji bo ku Elewî di taritiya Rojhilata Navîn de çirûskekê vêxin, divê pêkhate di bin banê heq û heqîqetê de, di bin banê HDP’ê de ya xwe bikin yek. Banga min ev e. Xwedê bi dest zaliman ve neyine. Rêya mazluman jî pîroz be.’’
RAMAZAN MARANGOZ –YENÎ OZGUR POLÎTÎKA