'Elewî wê hê bi xurtî li dora HDP'ê bicivin'

Serokên komeleyên Elewiyan ên li Elmanyayê nerazîbûn nîşanî redkirina namzetiya Tûrgût Oker dan û gotin, "Ji niha û pê ve divê ji bo HDP'ê hê bêhtir kar bê kirin. Pêwîste Kurd û Elewî hê bêhtir li hev bicivin."

Nerazîbûna li redkirina namzetiya parlamenteriyê ya Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker dwam dikin. Nûnerên sazî û komeleyên Elewiyan ên li Elmanyayê kar dikin, destnîşan kirin ku ev biryar li dijî Elewiyan e.

Derhênerê Weşana Giştî ya Yol TV Mahmût Akgul, Serokê Navenda Çanda Elewiyan a Hagenê Huseyîn Goger, Serokê Mala Cem a Dusseldorfê Muslum Polat, Serokê Navenda Civaka Elewiyan a Remscheidê Metîn Aslanoglû, endamê Navenda Çanda Elewiyan a Krefeldê û derdora wê Şah Huseyîn Çam gotin ku Mahmût Oker nûnerê Elewiyên li Ewropayê ye.

AKGUL: DIVÊ EM HDP'Ê JI BENDÊ DERBAS BIKIN

Akgul diyar kir ku redkirina namzetiya Tûrgût Oker biryareke siyasî ye û got, "Me careke din nêrîna YSK'ê ya li Elewiyan dît, ku YSK saziyeke ser bi AKP û Erdogan e. Weke Yol TV em vê yekê şermezar dikin." Akgul diyar kir , 24'ê Hezîranê ji bo HDP ji bendê derbas bibe wê Elewî bi xurtî bixebitin.

GOGER: PIŞTÎ BIRYARÊ DIVÊ EM BÊHTIR BIXEBITIN

Serokê Navenda Çanda Elewiyan a Hagenê Goger got, "Tûrgût Oker ji ber ku nêzî Tevgera Kurd û HDP'ê  ye, hewl da Kurdan û Elewiyan bigihîne hev. Çawa ku Selahattîn Demîrtaş girtin, ji bo Kurd û Elewî li hev necivin, namzetiya Birêz Tûrgût Oker red kirin."

Goger destnîşan kir ku divê Elewî piştî vê biryarê hê bêhtir ji bo HDP'ê bixebitin, li dora hDP'ê bicivin û got "Eger beriya niha yek dişand, divê ji niha û pê ve 5-6'an bişînin."

POLAT: ELEWÎ WÊ XWE LI HDP'Ê BIGIRIN

Serokê Mala Cem a li Dusseldorfê Muslum Polat got, biryara li dijî Tûrgût Oker hate dayin biryareke kêfî ye û wiha dewam kir: "Çawa ku Birêz Demîrtaş, Yuksekdag û parlamenterên din bi neheqî digirin, bi heman neheqiyê namzetiya Tûrgût Oker betal kirin. Elewî wê xwe li HDP'ê bigirin."

ASLANOGLÛ: ÇI DIBE BILA BIBE DIVÊ EM JI ASTENGIYA DERBAS BIBIN

Serokê Navenda Civaka Elewiyan a Remscheidê Metîn Aslanoglû da zanîn ku biryara hatiye dayin kiryareke antî demokratîk e û got, "Em bi serokê xwe yê rûmetê Tûrgût Oker re ne. Doza me ne tenê doza Elewiyan e, doza hemû civakên li Tirkiyeyê tên înkarkirin e. Ev kiryar ji bo wê yekê tê kirin ku HDP di bin bendê de bimîne. Çi dibe bila bibe em ê bi dirûşma xwişk û biratiya gelan, azadî û demokrasiyê ji bendan derbas bibin."

ÇAM: DIVÊ ELEWÎ DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê

Delegeyê Navenda Çanda Elewiyan a Krefeldê û derdora wê  Şah Huseyîn Çam jî got, "Divê Elewî di vê hilbijartinê de destekê bidin HDP'ê û bikin ku HDP ji bendê derbas bibe."