Ehmedî: Eger Kurd bibin yek wê destketiyên mezin bi dest bixin
Endamê Konseya KODAR'ê Hecî Ehmedî destnîşan kir, ku azadiya Kurdan bi yekîtiyê dibe û got, "Divê partiyên Kurd dest ji planên şexsî berdin û stratejiyeke Kurdistanî bafirînin."
Endamê Konseya KODAR'ê Hecî Ehmedî destnîşan kir, ku azadiya Kurdan bi yekîtiyê dibe û got, "Divê partiyên Kurd dest ji planên şexsî berdin û stratejiyeke Kurdistanî bafirînin."
Hevserokê Berê yê PJAK'ê û endamê Konseya Komalgay Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Hecî Ehmedî, danûstandinên KNK'ê yên li Kurdistanê û yekîtiya Kurdan nirxand û got, azadî bi yekîtiyê dibe. Ehmedî bal kişand ser doza azadiyê ya Kurdan û got, "Pirsgirêka Kurdan yekîtî ye. Doza azadiyê ya Kurdan, rizgariya Kurdistanê heye. Lazim e ji vî alî ve mirov li mijarê binerin. Azadiya Kurd û Kurdistanê jî bi yekîtiya Kurdan dibe. Ev yek jî tê wateya pêkhatina kongreyeke neteweyî ya jî meclîseke ji her kesî pêk tê. Nav ne girîng e."
'EM NEBIN YEK, EM Ê BI SER NEXÎNIN'
Ehmedî bal kişand ser Şêwra Yekîtiya Neteweyî ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê didome û got, "Tevlîbûna gelek partî û rêxistinan li civîna Şêwra Yekîtiya Neteweyî girîng e û gaveke mezin e. Pêwîste Kurd bi yek dengî li pêşberî cîhanê baxivin. Niha li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 20 rêxistin hene û rewşa parçeyên din jî bi heman rengî ye. Her rêxistinek xwedî plan stratejî, dîplomasiyekê ye. Lê belê ya ku bê stratejî û bê plan e Kurd in, Kurdistan e. Eger em rojekê bibin yek, hingî wê plan û stratejiyeke Kurdan jî çêbibe."
Hecî Ehmedî bibîr xist, ku sla 1980'î li Osloyê ew li ser navê PDK Îranê weke mêvan beşdarî Kongreya Sosyalîst Enternasyonalê bû û qala hevdîtina wê çaxê ya bi serok dewletên Ewropî kir: "Ez bi Olof Palme, li ser navê Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Heînz Fîscher û alîkarên Wîlly Brandt re rûniştim. Hemûyan tenê tiştek gotin; 'Bibin yek û yek deng'. Dostên Kurdan ên li qada navneteweyî ji hingî ve vê yekê dibêjin. Eger em nikaribin vê bikin, em ê tiştekî bi ser nexînin."
'MESÛT BARZANÎ BI MEJIYÊ 60 SAL BERIYA NIHA DIFIKIRE'
Ehmedî anî ziman, astengiya li pêşiya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan, ji ber nêrîna 'bila her tişt bibe ya min' a hin partiyên Kurd e û wiha dewam kir: "Mînak; siyaseta PDK û Mesût Barzanî bi vî rengî ye. Mesût Barzanî weke bavê xwe Mûstafa Barzanî tevdigere. Bi mejiyê eşîrî difikire. Beriy aniha bi 60 salan, li Kurdistanê ti partî tine bû. Şoreş hebû, Barzanî jî serokê Kurdan bû. Lê îro tenê li Başûrê Kurdistanê 20 rêxistin hene. Divê mirov ji Mesût Bazanî bipirsin, çawa mîna Mûstafa Barzanî difikire? Em di kîjan serdemê de ne û şert û mercên vê hene gelo? Tê li Ewropayê dîplomasiyê dike, lê belê 15 kesên di heyeta wî de ne, endamên PDK'ê ne. Rayedarên Ewropî vê dibînin. Bi vê siyasetê nikare tiştekî bi dest bixe."
DIVÊ EM YEKÎTIYA SIYASÎ Û LEŞKERÎ BAFIRÎNIN'
Hecî Ehmedê işaret bi yekîtiya nava partiyên Kurd kir û ji bo vê jî modela Yekîtiya Ewropayê (YE) destnîşan kir:
"Rêxistina herî mezin a li çar parçeyên Kurdistanê heye, PKK ye. Piştî ku rêxistinbûneke bi vî rengî pêk hat, PKK jî PDK jî wê xwedî endamekî bin. Her şeş mehan carekê dikarin bibin serokê yekîtiyê vê rêxistinê. Wê çaxê wê ne mezin be, ne jî biçûk be. Her kes wê di asta wekhev de siyasetê bikin. Li Yekîtiya Ewropayê jî rewş bi vî rengî ye. Em jî dikarin vê modelê li Kurdistanê bixin meriyetê.
Hêzên gerîla, pêşmerge dikare nebin. Hêzên parastina neteweyî ya hevpar a Kurdan divê hebe. Tirkiye, Îran, Sûriye, kî êrîş bike lazim e ev hêz gelê me biparêze. Hingî em ê li Rojhilata Navîn bibin hêzeke cidî. Kurdan xwe li Sûriyeyê îspat kirin. Wekî din, Tirkiye yek ji artêşên herî girîng ên NATO'yê ye. Lê belê nikare bi Kurdan. Hêza me heye, lê ji hev belav e. Bi rêya yekîtiyê divê em hebûna xwe biparêzin. Wê çaxê kes nikare bi hêza me."