Egîtîm Senê dest bi çalakiya rûniştinê kir
Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê li dijî sirgûna endamên xwe dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê li dijî sirgûna endamên xwe dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Şaxa Hêjmar 1 a Egîtîm Sena Amedê, li dijî sirgûnkirina mamosteyan bi zorê şandin bajarên cuda li avahiya xwe dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de kedkarên perwerdehiyê û parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim, Sibel Yigitalp, Îmam Taşçier û Ziya Pir jî piştgirî dan. Endam û rêveberên Egîtîm Senê li salona çalakiyê pankartên 'Em bi sirgûnan nabin kerî. Em bi têkoşîn û vîna xwe li her derê ne', 'Em ê bi her awayî li dijî Rewşa Awarte, BHQ , îxrac û sirgûnan di ber xwe bidin' û 'Ji bo zarokên me neyên kuştin em aştiyê dixwazin' û afîşên 'Sirgûn tundiya derûnî ye', “Ne darbeya leşkerî û ne jî darbeya siyasî, çareserî demokrasî ye' daliqandin.
Hevserokê Şaxa Hejmar 2'emîn a Egitim Senê ya Amedê Recep Şimşek, anî ziman ku Egitim Sen zêdeyî salekê ye ji aliyê îxtidarê ve rastî tundiya mezin hatiye û wiha got: "Tevî hemû zext û tundiyê dîsa Egîtîm Senê vîna xwe teslîm nekiriye. Bi BHQ’ê gelek endamên me sirgûn bûn. Yên nehatin îxrackirin îro tên sirgûnkirin. Polîtîkayên salên 1920’an bi rêbazên cuda li ser me dixin meriyetê. Em ê li her derê têkoşîna bi rûmet pêş bixin û em dê di ber xwe bidin."
Serokwekîlê koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî anî ziman ku ew wekî wekîlan piştgiriyê didin mamosteyan û wiha got: "Kesên perwerdehiyê ji bo xwe dikin dert, dibin hedefa îxtidarê. Îxtîdar dixwaze her tiştî têxe kontrola xwe û naxwaze qalîteya perwerdehiyê pêş bikeve. Li gorî salên berê qalîteya perwerdehiyê bêtir ketiye. Heta tayînkirina Rektorên zanîngehê jî bi xwe ve girê didin. Li ser navê demokrasiyê bi Rewşa Awarte û BHQ'ê hemû pergala perwerdehî, daras û siyasetê bi xwe ve girê dide. Ev roj hemû wê derbas bibin. Divê di van rojên teng de em hemû bi hevre tev bigerin û bi hevre têbikoşin. Mamosteyên perwerdehiye wê li Çanakkale jî, li Enqere jî û li Wanê jî perwerde bidin. Ji masoteyên kedkar û perwerde didin ditirsin. Em wekî HDP'ê her dem li pişt kedkarên perwerdehiyê ne."
Mamosteyan di çalakiyê de dirûşmeya 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' berz kirin. Çalakî di 18.00’an de bi dawî dibe.