Eger dewamiya pêvajoyê tê xwestin divê li dijî DAIŞ'ê helwest bê nîşandan
Eger dewamiya pêvajoyê tê xwestin divê li dijî DAIŞ'ê helwest bê nîşandan
Eger dewamiya pêvajoyê tê xwestin divê li dijî DAIŞ'ê helwest bê nîşandan
Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiye (TBM)’ê Tahmaz û Serokê TîHV’ê Prof. Dr. Şebnem Fîncanci bang li AKP’ê kirin ku ger dixwazin pêvajoya çareseriyê bidome divê li dijî DAIŞ’ê bibin xwedî helwest. Tahmaz Tirkiye rexne kir û diyar kir polîtîkaya nû ava nake. Tahmaz got ku tezên tevgera Kurd, Tirkiye derbas kiriye. Fîncanci jî anî ziman ku pêvajoya heta niha ne ji aliyê AKP’ê ve ji aliyê Kurdan ve hatiye meşandin.
TAHMAZ: PKK BALÊ DIKIŞÎNE
Berdevkê Aştiyê yê Tirkiyeyê Hakan Tahmaz ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêka hundir a Tirkiyeyê ye û wiha got: “Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêka herêmî. Li herêmê ya herî zêde bal kişand geşedanên Sûriyeyê bûn. Hem şerê li Sûriyeyê û hem jî şoreşa li Rojava û têkoşîna PYD’ê ji nedîtî ve hatin, aştiyê pêş naxe. Hikûmetê demeke dirêj ev ferq nekir. Niha jî van tune dihesibîne û di nêzîkatiya xwe ye de israr dike. Hem dixwaze pêvajoya aştiyê pêş bixe û hem jî dixwaze polîtîkaya li Rojava bidomîne. Ev ne mimkun e.
Tahmaz bi lêv kir ku geşedanên li Rojava di diyarkirina pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê de jî bi bandor e û wiha got: “Ev du sal e mimkun e ku ev bê gotin. Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de wek şerê vesayetê li Rojava didomiya. Geşedanên li wir pêvajo diyar dikir. Divê Tirkiye êdî bibîne ku polîtîkaya Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn bi beşeke Kurdan re wek muzakare û bi beşeke Kurdan re wek şer meşandin, ne rast e. Di civîna NY’ê de jî hat dîtin ku welatên ku polîtîkaya Tirkiyeyê parve bike tune.
Tahmaz da zanîn ku Tirkiye nikare polîtîkayeke nû ava bike û wiha pêde çû: “Taktîk û tezên tevgera Kurd Tirkiye derbas kiriye. Tezên PKK’ê ne tenê der barê pirsgirêka Kurd a bi Tirkiyeyê re ye. Tirkiye bi tevgereke Kurd a ku gel jî digire nav xwe re rû bi rû ye.
Gerê her kes li parçeyê ku diman mêze dikir lê niha ji bo PKK’ê xeteke ku tevayî nîşan dide mijara gotinê ye. Geşedanên weke ku Kurdên Sûriyeyê wek tehdîd tên dîtin jî pêvajoyê tehdîd dike.”
Tahmaz bi lêv kir ku Tirkiye divê tercîhekê bike û diyar kir ku li aliyekî Rêveberiya Kurd û li aliyê din jî DAIŞ, DAIŞ ji bo me hemûyan tehdîd e, Tirkiye divê di navbera vê de tercîhekê bike.
DIVÊ BIBE XWEDÎ HELWEST
Tahmaz wiha pêde çû: “Ger Tirkiye li dijî DAIŞ’ê nebe xwedî helwest, ev pêvajoya aştiyê asteng dike û ji bo civaka Tirkiyeyê jî dibe karesateke mezin. Ez bang hikûmetê dikim. Divê hikûmet bi awayekî aşkera li dijî DAIŞ ya ku êrîşî herêma Kurdan dike bibe xwedî helwest.
FÎNCANCI: PÊVAJO KURDAN MEŞAND
Şebnem Korur Fîncanci jî axivî û diyar kir ku AKP’ê pêvajo anî asta tunebûnê.
Fîncanci wiha got: “Pêvajo ne hêsan bû. Kurdan meşand. Yên ku herî zêde aştiyê dixwazin Kurd in. Dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Ji ber vê tehemûlî polîtîkayên AKP’ê nekirin. Li dijî hikûmeta ku zimanê wan qebûl nakin de, tehemûl nekirin. Rewşa bêpevçûnê jî Kurdan afirand.
Fîncanci da zanîn ku cerdevanî hê didome û li ser van axan ji ber ku Kurd hê aştiyê dixwazin pêvajoyê dimeşînin. Fîncanci got: “Lê hikûmeta AKP’ê niha DAIŞ’ê bi kar tîne û hewl dide Kurdan tune bike.
GER AKP DOMANDINA PÊVAJOYÊ DIXWAZE....
AKP ya ku serê zarokan girt, nikaribû perwerdeya zimanê dayikê pêk bîne. Ger AKP dixwaze pêvajoyê bidomîne divê dawî li peywira cerdevanan bîne. Divê vê mekanîzmayê rake. Divê perwerdeya zimanê dayikê demildest rake.”