Egeland: Axaftina li ser İdlib, Deraa û Efrînê ne dereng e

Yek ji alîkarê berê yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Egeland diyar kir ku Efrîn jî tê de li 4 bajaran divê pêşiya karesatan were girtin.

Serokê Konseya Penaberan ê Norwecê Jan Egeland ên ku qala şerê li Gûtaya Rojhilat û Efrînê kir û destnîşan kir ku ev der ew ê ne qadên dawîn ên şer bin. Egeland diyar kir ku piştî Gûtaya Rojhilat ew ê İdlib û Deraa jî bibin qadên şer.

JI BO EFRÎNÊ NE DERENG E

Egelan diyar kir ku Efrîn jî tê de li gelek cihan pêşîlêgirtina krîzên mirovî yên li qadên şer ne dereng e û diyar kir ku ji bo wan bajaran hevdîtin dikare pêk were.

Egeland got ku, ‘Ne dereng e ku em qala İdlib, Deraa û Efrînê bikin’ û xwest ku bila şer were sekinandin.