Efrîn di rojeva Parlamentoya Ewropayê de ye

Parlamentoya Ewropa êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Efrînê xiste rojeva xwe de.

Parlamentoya Ewropayê li ser daxwaza buroya îcrayê ya tê de nûnerên partiyên polîtîk cih digrin, êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk xist rojeva xwe de. Hate hînbûn ku parlemento wê di rûniştineke din de jî binpêkirina mafên mirovan ên dawî yên li Tirkiyê binirxîne. Sibe êvarî wê Komîsyona Saziya Îcrayê li civata giştî ya parlamenoyê bi Nûnerê Bilind ê Karên Derve yê parlamenoyê re nîqaş bike. Herwiha wê Serokatiya Demê ya nûneriya 28 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê dike jî li wir amade be.

BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN ÊN TIRKIYÊ JÎ DI ROJEVÊ DE NE

Piştî ku Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê sekna xwe ya derbarê êrîşên dagirker zelal kir, wê YE binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê binirxîne. Piştî herdu rûniştinên ji hev cuda roja Pêncşemê jî çav li rêye ku nivîsa pêşnûmeyê ya li ser navê parlamentoyê di hilbijartinê de bê qebûlkirin.