Edene, Mêrdîn, Riha: 14 binçavî, 5 girtî

Li Edeneyê 14 kes hatin binçavkirin, li Mêrdîn û Rihayê jî 5 kes hatin girtin.

Hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve sivîlan qetil dike, li aliyê din jî operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. AKP a ku Kurdan û hêzên demokrasiyê hedef digire, zarok jî di nav de gelek kes bi hincetên antî demokratîk digire binçavan an jî dixe girtîgehan.

EDENE

Li Edeneyê polîsan danê sibehê avêtin ser zêdeyî 30 malan. Piştî lêgerîna li malan Serokê Şaxê Egîtîm Senê û Berdevkê Demê yê KESK'a yê Edeneyê Ahmet Karagoz, Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Şukran Yeşîl, rêveberê DÎSK'ê Abdulrahman Çelîker, rêveberê Yapi-Yol-Senê Alaaddîn Suzer, rêveberên BTS'ê Ahmet Avşar û Îsmaîl Înansû, rêveberê SES'ê Huseyîn Çalik, rêveberê Haber Senê Ahmet Aydogdû, xebatkarê TMMOB'ê Sercan Şahîn, endamê Halkevleriyê Sînan Hudur, endamê HDP'ê Habîb Akkaya, rêveberê EMEP'ê Aydin Yîgît, ji DÎP'ê Nîhat Bayav û Selçuk Karasu hatin binçavkirin. Binçavî li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin. Her wiha hat ragihandin, ku der heqê 16 kesên din de jî biryara binçavkirinê heye.

MÊRDÎN

Çend roj berê endamê Meclîsa Şaredariya DBP'ê yê Kerboranê Yuksel Oguz li hewşa avahiya hikûmetê û endamê Meclîsa Şaredariya DBP'ê yê Kerboranê M. Şerîf Acar bi hinceta ku "îfadeyê bidin" hatibûn binçavkirin. Oguz û Acar piştî ragirtina li midûriyeta polîsan ew derxistin pêşberî dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê kir. Piştî îfadeyê Oguz û Acar bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyatê.

RIHA

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê şevê din polîsan bi ser malakê de girtibûn û tevî Îlhan Korkmaz 5 zarok hatibûn binçavkirin. Piştî ragirtina li midûriyeta polîsan binçavî derxistin pêşberî dozgeriyê. Li dû îfadeya li dozgeriyê zarokên bi navê S.T., N.Y. û M.T. serbest hatin berdan. Dozgeriyê Korkmaz, A.K. û M.A. bi daxwaz girtinê şand Dadgeha Nobedar. Dadgehê biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.