Ebola kêlî bi kêlî belav dibe

Ebola kêlî bi kêlî belav dibe

Hejmara kesên bi vîrûsa ebola dikevin, li Ewropayê jî zêde dibe. Tê îdîakirin ku piştî Spanyayê, li Fransayê jî 70 kesên bi nexweşên ebola re mijûl dibûn, di karantînayê de ne.

Şewba ebola ku piraniya wan li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê rê li ber mirina 4 hezar 500 kesî vekir, li welatên rojava jî vediguhere xeteriyekê. Li Nexweşxaneya Begin a li bajarê Saint Mande ku doktorên alîkarÎ didan nexweşên ebola yên ji Afrîkayê lê tê dermankirin, hat ragihandin ku hemşîreyek bi gumana ebola hatiye îzolekirin. Tê gotin ku doktorê hemşîreya mijara gotinê pê re di nava kontakê de bû, beriya niha bi vîrûsa ebola ketibû û li hemberî vîrûsê bi ser ketibû.

Qenala BFMTV a Fransayê ragihand ku hemşîreya canê wê gelekî sincirî ye, wê di encama testên bên kirin de aşkera bibe ku bi vîrûsa ebola ketiye yan na. Rojnameya Le Parisien jî di nûçeyeke xwe de nivîsand ku hemşîreya hatiye îzolekirin, dibe ku di dema tedawiya endamekî Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ê li Rojavayê Afrîkayê de, bi nexweşiyê ketibe.

Rojnameya 20 Minutes jî diyar kir ku nêzî 70 kesên bi wezîfedarê alîkariya însanî yê endamê MSF re di têkiliyê de bûn, li Nexweşxaneya Begîn e. Rojnameyê îdîaya xwe sipart çavkaniyên nexweşxaneyê.

Li Spanyayê jî du oldarên dêrê yên hefteya derbasbûyî ji Rojavayê Afrîkayê hatin anîn, jiyana xwe ji dest dabûn. Tê gotin ku kesekî bi endamên dêrê re di nav têkiliyê de bû, duh li paytext Madrîdê hatiye îzolekirin.

Hejmara mirovên ji meha Adarê û vir ve bi vîrûsa ebola ketine, 9 hezar derbas kir û nêzî nîvê van jiyana xwe ji dest dan. Ev hejmar ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat dayîn, lê belê tê texmînkirin ku hejmara rastîn herî kêm bi du qatan zêdeyî vê ye.

WHO herî dawî hişyarî dabû û destnîşan kiribû ku eger tedbîr neyên girtin dibe ku her hefte herî kêm 10 hezar kes bi vê şewbê bikevin.

DERMANÊ WÊ NAYÊ DÎTIN

Tê zanîn ku yên bi vîrûsa ebola dikevin mirovên di navbera 40-60 salî de ne. Ji ber şewbê, rêwiyên ji Lîberya, Sîerra Leone, Gîne û gelek welatên Navend û Rojavayê Afrîkayê tên, di kontrolên berfireh de tên derbaskirin.

Vîrûsa abola ku herî zêde bi xwînê, pîsî û verişînê belav dibe, mirov ji şîrê dayikê, ûrîn, sperm, xwêdan, rondikên çavan jî bi vîrûsê dikevin. Piştî 8-10  rojên vîrûsê, rewşa westiyayî, êşa serî û qirikê, sincirîna can û êşa masûlke xwe nîşan dide. Di asta duyemîn de jî canê mirovan gelekî disincire, bêhalî, verişîn û emelî xwe dide der. Di qonaxên pêş ên nexweşiyê de çerm radibe, ji bêvil, dev, çav û anusê xwîn tê. Di qonaxa kujeriyê de jî nexweşiya kezeb û gurçikê ê hemorrajî derdikeve holê.