Ebdullah: Dewleta Tirk jiyana xwe bi hezaran sîvîlî tine hesiband

Ebdullah: Dewleta Tirk jiyana xwe bi hezaran sîvîlî tine hesiband

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah da zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê pêk hatine ne tenê hêzên leşkerî hedef digire, ev êrîş hewldana komkujiya li dijî sivîlan e.

Asya Ebdullah da zanîn ku li herêma nêzî deriyê sînor bi hezaran sivîl hene û got: "Dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ’ê re xeta sînor vekiriye û bûye hevkarê êrîşeke ne tenê li dijî YPG'ê, êrîşa li hemberî sivîlan."

Ebdullah bi lêv kir ku her roj bi dehan topên hewanê davêjin bajar, di destê çeteyên DAIŞ’ê de çekên giran hene û got tu ewlehiya canê sivîlên Kobanê tine.

HEWLDANA KOMKUJIYA WEK ŞENGALÊ BÛ

Asya Ebdullah got ku li her cihên DAIŞ  dikeve êrîşekê komkujiya sîvîlan pêk tîne heye û ev ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn. Asya Ebdullah bi vê kir ku çeteyên DAIŞ’ê hemû kesên sivîl ên li gorî pergala wan tevnagerin qetil dike û got: “Me li Şengalê mînaka vê ya şênber dît. Gelê Kobanê û sîvîl pergala DAIŞ’ê naxwazin. Ger DAIŞ biketa navenda bajar wê hemû sîvîl qetil bikirana. Ger mudaxaleya YPG’ê nebûya wê komkuijyeke wek a Şengalê bihata jiyîn.1

DEWLETA TIRK JIYANA HEZARAN SIVÎLÎ TINE HESIBAND

Ebdullah axaftina xwe wiha berdewam kir: “Wisa xuya ye ku dema hikûmeta AKP’ê deriyê xwe ji dewleta Tirk re vedike jiyana hemû sivîlan tune dihesibîne. Bi êrîşa ku li deriyê sînor li dijî gelê Kurd pêk anî, xetereya komkujiyeke mezin carek din hatiye jiyîn. Heta ku dewleta Tirk piştgiriyê bide çeteyên DAIŞ’ê wê bibe hevkarê hewldanên komkujiya sivîlan. Li  vî esasî em diyar dikin ku dewleta Tirk demildest dest ji polîtîkayên xwe berde. Divê berpirsên êrîşan derxin holê.

RÎSKA KOMKUJIYÊ HEYE

Asya Ebdullan çekên giran ên çeteyên DAIŞ’ê bibîr xist û got: “Roja ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî deriyê sînor kirin, ji sed û pêncî zêdetir topên hewanê avêtin. Ev êrîş sivîlan hedef digirin. Ev rewş nîşan dide ku di dest çeteyan de çekên giran hene û sivîl di bin rîska komkujiyê de ne.ji ber vê jî divê raya giştî ji bo Kobanê piştgiriya xwe zêde bike.”