Ebadî: Bila Tirkiye bi lez û bez leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
Di daxuyaniya ofîsa Serokwezaretiya Iraqê de hat gotin, "Ebadî ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû re gotiye, ji bo vekişandina leşkerên xwe yên li Iraqê divê Tirkiye bilezîne."
Di daxuyaniya ofîsa Serokwezaretiya Iraqê de hat gotin, "Ebadî ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû re gotiye, ji bo vekişandina leşkerên xwe yên li Iraqê divê Tirkiye bilezîne."
Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê, li ser serdana Wezîrê karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ya li Bexdayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de, li ser hevdîtina navbera Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û Çavûşoglû de hat gotin, "Di hevdîtinê de mijara xurtkirina têkiliyên navbera Iraqê û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Li gel rewşa herêmê, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê jî hate nirxandin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di hevdîtinê de bal kişandiye ser girîngiya wê yekê, ku Tirkiye ji bo vekişandina hêzên xwe yên li nava Iraqê bi lez tevbigere."
Çavûşoglû di serdana xwe ya duh de li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm, Serokwezîr Ebadî, Serokê Parlamentê Selîm Cûbûrî û Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Caferî re rûniştibû.
Çavûşoglû ku di tûrikê wî de "hewldanên ji bo betalkirina referandûmê" û "têkoşîna li dijî Kurdan hebû", piştî danûstandinên xwe yên li vê derê berê xwe da Hewlêrê û bi Serokê Giştî yê PDK'ê Barzanî û heyeteke YNK'ê re rûnişt.
Çavûşoglû îro jî bi nûnerên Komela Îslamî ya Kurdistanê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re rûnişt.