'DYA wê piştî DAIŞ'ê jî li Sûriyeyê be'

Li gorî agahiyên ji aliyê ajansa nûçeyan a Reutersê ve hate ragihandin, leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê wê piştî rizgarkirina Reqayê jî li vî welatî bimînin.

Ajansa navborî bi Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Talal Silo re axivî. Ajansê li gorî agahiyên ji Talal Silo wergirtî ragihand, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) wê ji ber berjewendiyên xwe yên stratejîk li herêmê bimîne. Di nûçeyê de hat ragihandin, Silo destnîşan kiriye ku bi rêveberiya DYA re ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve dibe ku peymanên demdirêj bên kirin.

Berdevkê koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA Ryan Dîllon jî ji Reutersê re ragihand, ku piştî rizgarkirina Reqayê gelek tiştên ji aliyê leşkerî ve werin kirin hene. Dîllon destnîşan kir, ku têkoşîna leşkerî wê piştî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê jî dewam bike.

Rayedarê leşkerî yê DYA'yî di serî de Deyre Zor bal kiaşnd ser hebûna çeteyên DAIŞ'ê li başûrê Çemê Firatê. Ryan Dîllon anî ziman, ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê, ew dixwazin operasyonên ji bo xurtkirina aramiya herêmê li dar bixin.

Ji berdevkên Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) Erîc Pahon jî li ser mijarê ji Reutersê re axivî û diyar kir, li ser operasyonên demdirêj hê nîqaşek nehatiye kirin. Pahon destnîşan kir ku ew giraniya xwe didin ser mijara têkbirina DAIŞ'ê û 'pêşîgirtina li vegera' DAIŞ'ê.