DYA, Rûsya û Urdun wê li başûrê Sûriyeyê li hev bicivin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya û Urdunê biryar dan li herêma bêyî şer a li başûrê Sûriyeyê li hev bicivin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya û Urdunê biryar dan li herêma bêyî şer a li başûrê Sûriyeyê li hev bicivin.
Li gorî nûçeya Ria Novosti, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand ku DYA, Rûsya û Urdun wê li herêma bêyî şer a li başûrê Sûriyeyê li hev bicivin.
Rûsyayê roja Duşemê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku divê tenê hêzên hikumeta Sûriyeyê li herêma sînorê Urdun û Îsraîlê bin.
Piştî ku DYA gef xwaribû ku li herêmê agirbest bê binpêkirin wê 'tedbîrên tund' bên girtin, ev daxuyanî hatibû dayin.
Rayedarên Urdunî roja Duşemê dabûn xuyakirin ku wan bi rayedarên Moskowa û Washingtonê re hevdîtin kirine û her sê alî hemfikirin ku divê herêma bê şer were parastin.