DYA hişyarî da Esad: Êrîşa li QSD'ê wê polîtîkayeke pir nebaş be
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) hişyarî da lîderê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad ku êrîşê nebe ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) hişyarî da lîderê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad ku êrîşê nebe ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).
Ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) general Kenneth McKenzie hişyarî da rejîmê ku êrîşeke li dijî Amerîka ya jî hêzên hevalbendên wan, wê bibe 'polîtîkayeke gelekî nebaş'.
McKenzie di civîna çapemeniyê de li ser daxuyaniyên Beşar Esad ên di qenala Russia Today de hatin weşandin, axivî. Esad gotibû, "Yekane pirsgirêka ku maye Hêzên Sûriyeya Demokratîk e." Esad gef xwaribû ku dikare li dijî QSD'ê hêzê bi kar bîne.
Kenneth McKenzie hişyarî da û got, "Divê hemû aliyên li Sûriyeyê fêhm bikin ku êrîşa li dijî hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ya jî partnerên me yên li Koalîsyona Navneteweyî wê bibe polîtîkayeke gelekî nebaş."
ESAD GEF XWARIBÛ
Esad ji Russia Today re axivî bû û li ser hebûna hêzên QSD'ê gotibû, "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê du alternatîfên me hene. Me beriya her tiştî rêya danûstandinan vekir, ji ber ku piraniya endamên QSD'ê ji Sûriyeyiyan pêk tê. Eger ji vê rêbazê encamek bi dest nekeve, em ê 'axa xwe' bi bikaranîna hêzê rizgar bikin. Wekî din alternatîfeke me nîne."
Rejîma Esad ku tevî Rûsyayê di serî de Îdlib û Efrîn gelek herêm ji Tirkikye û cîhadîstên wê re hiştiye, bi daxuyaniya xwe ya dawî re careke din eşkere kir ku kengî firsendê bibîne wê êrîşî Kurdan bike.
Hêzên rejîmê par êrîşî hêzên QSD'ê kiribûn. Balafireke rejîmê ku par li Tebqayê êrîşî hêzên QSD'ê kiribû hatibû xistin. Îsal jî li Dêra Zorê hêzên rejîmê êrîşî QSD'ê kiribûn û bi dehan çekdarên rejîmê hatibûn kuştin.