Du hezar kes li Oslo ji bo Kobanê meşiyan
Du hezar kes li Oslo ji bo Kobanê meşiyan
Du hezar kes li Oslo ji bo Kobanê meşiyan
Kurd li paytexta Oslo ya Norveç, bi daxwaza vekirina korîdora aîkariyê ya ji Kobanê re ber bi Parlamentoya Oslo ve meşiyan. Di meşê de dirûşmayên piştgiriya ji Kobanê re hatin gotin.
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê Kurdên li welatên cuda yên dinyayê bi çalakî û xwepêşanan nerazîbûna xwe nîşan didin. Li paytexta Oslo ya Norveç jî du hezar kesên hatin gel hev bi daxwaza vekirina korîdora ji Kobanê re meşiyan. Gelên cuda jî ku piştgirî dan xwepêşandanê, meş ji navenda bajêr destpê kir. Meş ji qada Gronland ku destpê kir heta Parlamentoya Norveç dewam kir. Ji Partiya Sor a Norveç Erlîng Folkvord ku li wir axaftinek kir ji bo bilez korîdoreke alîkariyê bê vekirin, banga lezgîn li hikûmeta Norveçê kir.
Wîdad Akrawî yê li Amerîka xelata aştiyê wergirt di axaftina xwe de got ku divê hêzên navneteweyî hê zêdetir bi Kobanê re eleqedar bibin.