Dr. Kemal Fuad li Berlînê hat defnkirin
Dr. Kemal Fuad li Berlînê hat defnkirin
Dr. Kemal Fuad li Berlînê hat defnkirin
Yek ji damezrînerê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK)’ê Dr. Kemal Fuad ê ji ber nexweşiya pençeşêrê 15’ê Mijdara 2014’an jiyana xwe ji dest da, li paytexta Elmanya Berlînê hat defnkirin.
Dr. Kemal Fuad ê di sala 1930’î de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat dinyayê, cara yekemîn di sala 1958’an de hatibû Belînê. Dr. Fuad dema li zanîngehê dixwend ku tevlî xebatên tevgera azadiyê bû, di salên 1960’î de li Ewropayê di nav yekemîn xebatên ciwanên Kurd de cih girt û yek ji wan kesan bû ku di nav yekemîn xebatên rêxistinkirina ciwanan de cih girt.
Dr. Fuad di heman de yek ji damezrînerê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK)'ê bû ku di sala 1975’an de damezrandina xwe îlan kir. Dr. Fuad demeke dirêj endamtiya polîtburoya YNK’ê kir, vegeriya Başûrê Kurdistanê û di Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de Serokatiya Koma YNK’ê kir.
Dr. Fuad di sala 2002’an de jî demekê Serokatiya Parlamentoyê kir û dema bi nexweşiya pençeşêrê ket ji bo tedawiyê di sala 2012’an de careke din vegeriya Berlînê. Dr. Fuad ku ev 3 sal in li hember pençeşêrê têdikoşe 15’ê Mijdara 2014’an de li Nexweşxaneya Humboldt a Berlînê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Dr. Fuad li ser daxwaza malbatê îro li semta Neukolln a Berlînê li goristana "Parkfriedhof" hat veşartin. Dr. Fuad ku li rex hevser û kurê xwe hat veşartin ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partî û saziyan di merasîma cenaze de amade bûn.